Bercesê Xelîlê Battê

Yek ji malbatên ku di çend sedsalên dawî de, li herêma Mêrdînê, serkêşî ji Konfederasyona Eşîran a Hevêrka re kirine, malbata Osmên e.

Haco, Çelebî, Serhan, Elîkê Battê, Hiseynê Ferho, Xelefê Circo û Silêmanê Izêr çend ji endamên vê malbatê ne ku di demên cuda de ev bar rakirine û hewl dane, xelkê xwe li hember zilm û zora serdestan biparêzin. Lê bê goman berdêla vê yekê jî gelek caran giran dane. Hatine kuştin, zindanîkirin, gundên wan hatine şewitandin û gelek caran jî ji warê xwe hatine sirgûnkirin.

Di belgeyekê de ku di van rojan de derketiye holê, eşkere dibe ku her weha di sala 1949ê de, di serdema Komara Tirkiyê de jî, hejmarek ji endamên malbata Battê, ji aliyê dewletê ve sirgûnî Binxetê bûne. 

Ev belgeya ku mijara vê nivîsê ye, beriya çend rojan gihişte redaksiyona Mizîzex ONLINE. 

Li gorî vê belgeyê, Bercesê Xelîlê Battê, 11ê Cotmeha 1950î (11/10/1950), dema ji Binxetê derbasî Serxetê dibe, ji aliyê leşkerên Koma Tirkiyê ve tê girtin û li Nisêbînê tê dadgehîkirin. 

Dadgerê Komara Tirk ku Bercesê Battê dadgehî dike Muzaffer Sönmez e û navê katibê dadgehê jî Yusuf Bayram e. 

Bersûc: Berces Batti, ji Midyad/Mizîzexê, kurê Xelîl û Wesîla, sala 1329ê ji dayibûyî. (Hicri 1329 dibe 1910ê Mîladî - Mizîzex ONLINE)

Sûc: Derbaskirina sînorê navbera Suriyê û Tirkiyê bê paseport û pasavan (destûra derbasbûnê).

Di belgeyê de eşkere dibe ku Komara Tirkiyê, 5ê Adara 1949ê, Bercesê Xelîlê Battê û hejmarek ji endamên malbata Battê dersînorî Binxetê kirine.

Dadger dibêje, 'ev bersûcê ku sala 1949ê ji aliyê hukûmetê ve hatibû dersînorkirin, dema bihîstiye ku hukûmetê qanûna efuyê derxistiye, bê paseport û pasavan, ji Sûriyê bi rêyên ne yasayî derbasî Tirkiyê bûye û sûcê xwe qebûl kiriye. 

Dadger, ji ber vî 'sûcî' yek meh cezayê zindanê dide, lê piştre, bi sedema ku cezayê ti sûcên din li ser nîne, cezayê Bercesê Battê taloq dike, lê bi 400 qurûş lîreyan ceza dike.


Beşek ji dara Malbata Osmên.

Têbinî: Bavê Berces, Xelîlê Battê, sala 1928ê, ji aliyê çete û alîgirên Komara Tirkiyê ve, li Binxetê, li gundê Tilzîwan, di encama kemînekê de hate kuştin.

Birayê Xelîl, Elîkê Battê jî, sala 1919ê, li gundê Hezexê Midihê, ji aliyê leşkerên Osmanî û çeteyên wan ve hatibû kuştin.

Amadekirin: I. Battê

Navdarên Hevêrkî
Wêneyên Mizîzexê