Dema em li şaristaniya Mezopotamya dinerin, em dibînin ku keleporeke pirr bi qewet û dewlemend heye û heta roja îro jî, gelek amûr û tiştên xweşik gihandine roja me. Bi taybetî di jiyana civakên têkildarî xwezayê de, amûrên weke kêr û tiştên din ên birrînê di helwest û tekoşîna li hember xwezayê de roleke xwe yî girîng hene. Lê mixabin roj bi roj ev nirx tên jibîrkirin.
Mijara me kêr e.
Kêra ku di berîka her mirovekî de bûye heval û carna jî di bin balgihê zarokan de nîşana lehengî û aramiyê.
Helbet dema li herêma Torê û gelek deverên din behsa kêran tê kirin, bê goman kêrên Mizîzexê derdikevin pêş. Ev kêra ku hun di wêne de dibînin hetanî salên 90î jî li Mizîzexê dihat çêkirin. Ev kêr ji şilfeke pola, kalanekî ji qiloçê (stirih) beranan, ji nexşên rengîn ku boyaxa xwe xwezayî ne û nexşên zêrîn ji sembolên kevin pêk tê.
Pîvanê van kêran curbecur in. Li ser kalanê kêrê nexşên girover û ji madeyeke ku bi boyaxa xwezayî hatiye boyaxkirin deq hene. Li ser şilfa kêrê, hin sembol hene. Weke roj, sitêrk û hin nivîsên ko ji dewra asûriyan hetanî digihîje dewra Zerdeşt bi awayê mohrê li ser şilfê hatine çêkirin.
Mûredê Keşê, li ber kûrika kêra.
Çend ji hostayê mezin û sereke yên van kêran ev in: Mûsa û Melkê mala Hanûno, Skender û Mûredê Keşê û Salîbayê Şero.
Nivîs: Ehmedê Neco
Wêneyên kêran: Hesam Kakeyî