Hevpeyvîn: Jîr Dilovan
Apê Ûsiv, dîsa emê bêne ser peyva xwe yî pêşî. Elîk û hevalên xwe li hepsa Xerpêtê çi kirin ?
Pênc salê Elîk di hepsê de qediyan. Li hepsa Xerpêtê jî kar û barê xwe kir. Rojekê, çaxê ku mehkûman berdidin hewşa hepsê, Elîk radibe, Şemûn û xalê xwe Hiseynê Ferho dikişîne anîşka hewşê û dibêje: ”Her yek ji we çend keviran bixin berîka xwe. Emê bi şûn hemû kesî ve bimînin. Pişti ku qerdiyanê devê derî bi tenê ma, emê kevirekî li serê wî bixin û baz bidin.” Bê çawa peyivîn wilo jî kirin.
Kelih û Zîndana Xerpêtê.
Erdê reş girtiye. Berf û baran e. Elîk û Şemûn, hevdu bi şepirzehiyeke mezin digihînin mal. (Ji hev diqetin, Hiseynê Ferho tê girtin û dîsa vedigerînin zindanê).
Deng bi hemû deran ket ku Elîk hatiye. Ji nav hemû eşîran hatin serdana wî. Elîk bû mezinê Eşîra Hevêrkan. Elîk ji xeynî eşîra Hevêrkan, destê xwe avête wan eşîrên din jî. Kirîvatî da mala Çeto. Xwarziyeke xwe da mîrekî Botan. Omerî biba xwe de kişandin û qewet ji xwe re çêkir.
Hezar zilam bi xwe re kar kir û çû Nisêbînê. Hin zilamên wî dest avêtin dikanan. Lê Elîk got: ”Destê xwe bi xwe bigrin. Qîma min nayê kes xerabiyê bi xelkê bike.” Wê rojê bû mêhvanê Silêman Efendiyê Mala Mecer. Roja din, çend zilaman gotin: ”Elî Axa, ji eşîra te Siloyê Edlê, Keçelko û Hecî Silêman di hepsê de ne. Bê ma tu wan nadî berdan!” Elîk rabû şiyande ji Midûrê Umûmî re û got: ”Divê tu van her sê zilaman berdî.” Midûrê Umûmî jê re got: ”Elî Axa, ez bêyî fermana Mêrdînê nikarim wan berdim. Ezê fermana berdana wan binivîsim û bişînim Mêrdînê. Sibe vî çaxî ezê wan berdim.” Lê Elïk ev yek qebûl nekir, hepis vekir û temamê girtiyan derxistin.
Elîk xwe kar kiribû ku herê cem Derwêşê mala Miho Teze. Ew destbirakê Elîk e. Piştî devê hepsê vekir, xeber giha Mêrdîn û Diyarbekirê. Ji her du bajaran gelek esker hatin û ketin Qijla Nisêbînê. Elîk bang kir Qeymeqam û fermandarê esker û got: Ku tivingek biteqê, ezê Nisêbînê bişewitînim.” Rabû her du jî bi xwer birin û çû Gundikê Şêxa. Li wir ew berdan û derbasî Tinatê bû.
Nisêbîn, sala 1916ê.
Qeymeqam û fermandar vegeriyan Nisêbînê. Girgirekên Nisêbînê dane hev û bi xwe re kirin yek. Esker kişandin ser Tinatê. Hemoyê Ehmed, Mala Temo Gewrê û Ehmedê Silêman jî bi eskerê Tirkan re hatin dora Tinatê.
Dem payîz e. Em li mal in. Haya me ji tiştekî nîne. Min dît Mehmûdê Es`ed ji Tinatê hate mala me. Bîst û pênc qantir û ewqas jî zilam pê re ne. Got: ”Fasla, ez hatime ji eskerê Elîk re mewîjan bibim.” Her bîst û pênc qantir ji mewîjan bar kirin. Ez jî bi wan re, em hatin Tinatê. Eskerên Elîk li serê xaniyan razayî ne. Şêst-heftê zilam jî li ser banê mala Mehmûdê Es´ed in. Eskerê Tirka û wan ê din bi serê sibehê re dest bi şer kirin. Bi hezaran fîşek têne yên li ser banê mala Mehmûd.
Elîk rabû, cilên xwe li xwe kirin, çaroxên xwe kişandin piyê xwe û got: ”Gelî hevalan, ma ne eyb e ku em xwe li ber van kum bi sipih û qûnqetiyayiyan bitewînin.” Elîk û Şemûnê Henê Heydo ketin benikê binya gund û dest bi şer kirin. Şemûn li piya şer dike. Du çawîşê li ser sîlehên giran kuştin û çekê wan ji ser wan anîn. Ketin pey tevan heta bi Çalê birin.
Sih û pênc rojan bi vî miqamî şer dewam kir. Zilamên Elîk gotin: ”Heyra sipîyan em xwarin. Bedêla ku em şer bi van re bikin, emê biçin cihê xwe.” Rabûn hatin cihê xwe. Lê ji mala Eliyê Remo, heta bigihe Delmemikan û eşîra me Hevêrkan, li hemberî me rabûn. Cih ji me re nema. Elîk rabû çû Xana Dorika. Hevalê Elîk Mihemayê Êlo, Emerê Şêro û pêncsed zilamên wî ketin Midihê, gundê Suryaniyan.
Xalê Elîk Hiseynê Ferho diçe Midyadê cem Mihemed Şerîfê mala Nehroz. Wî bi xwe re dibe û diçin cem fermandarê esker. Dibêjin: ”Elîk ji mintîqa te derketiye, wa ye li Hezexê ye. Emê têra te jê bistînin û bela xwe jê veke.” Vedigerin, heftsed zêrê Reşadî û ciharek mecîdî ji Elîk distînin, ji fermandar re û tînin.
Baş e, piştî ku Elîk qels ket û ji nav eşîrê rabû çi bi eşîrê hat?
Çelebî ji hepsê hate berdan. Temamê eşîrê bi dahol û zirne hatin sardana wî. Mezinê eşîrê bû Çelebî.
Li Mizîzexê kêf û dawet e û ji hemû deran tên sardana Çelebî. Zilamek tê nîvê govendê û dibêje: “Wey birawo, birawo…” Çelebî bang dike û dibêje: “Kuro di nav vê kêfa ha de çi birawo birawo ya te ye?” Zilam dibêje: “Çelebiyo, çaxê ku Elîk xwe çend kire guhê te û şeqitand, xof û tirsa wî kete dilê te. De wa ye Dorika, Saliha û Domana bi Elîk re ketine Midihê û fêl û finasan bi me dikin, ji ber ku em hevalên te ne.”
Midyad, sala 1917ê...
Sibeha din Çelebî rabû çû Midyadê, cem fermandarê esker. Got: “Va ye Elîkê Battê li Xana Dorika di bin guhê te de ye. Qasî zilamên wî ku bi dewletê re şer kirin jî, di Midihê de ne. Fermana tevan rabû ye û hun tiştekî ji wan nakin.” Fermandar dibêje: “Ma ezê çi jê bikim?” Çelebî dibêje: “Naxwe te bertîl xwariye. Ezê giliyê te bikim.”
Fermandar radibe ji tirsa xwe şêst neferî bi Çelebî re kar dike. Çelebî jî, Saroxan, Mihemed Selîm û sed zilamî bi wan re dişîne ser Midihê. Esker û zilamên Çelebî digihên Basibrînê û xeber ji Elîk re tê û dibêjin: “Va hatine ser Midihê.” Hê ew li Basibrînê ne, Elîk bi çend zilamên xwe re dikeve pêşiya wan û li wan diteqîne. Ew şer bi Elîk re nakin û li piyê paş vedigerin. Çelebî dişîne ji Elîk re û dibêje: “Min hêvî ji te heye. Haya min ji te nîne. Ev Ûsivê Haco hestûyekî berêz e û ketiye nav me Mala Osmên. Li Midihê naqerihê. Emê biçine ser wî.” Diya min Sarê got: "Elîko, xebera Çelebî ye.” Lê bavê min Elîk gote qasid: “Xema Çelebiyê Smayîl, ne Ûsivê Haco ye. Axayê Elîka, Dermemika, Mihemayê Êlo û Emerê Şêro wa bi pêncsed mêrî xwe li ser min xwînî kirine. Ez rabim wan bi dev Çelebî ve berdim? Here ji Çelebî re bêje, sibe neqeba min û wî Midih. Ne hewceyî gotina ye.”
Roja din bavê min rabû, her neh-deh malên li Xana Dorika, ji hev belav kirin. Mala Mihemed Cizîrî û Mala Ûsivê Axê şiyandin gundekî. Jinbava min û her du kurê wê şiyandin gundekî din. Ez û birayê min û diya min jî, em şiyandin Bosîrê. Hesenê Bosîrî li ser şikeftekê kolikek ji me re çêkir. Bavê min jî bi çend zilamên xwe re hat û li ba me ma. Roja din xeber hat ku girtine ser Midihê. Bavê min rabû pere dane Bino yê Êzîdî û got: ”Li qantirê siwar bibe û here Êstilê, ji cem Hecacan barek fîşek bîne.” Bino çû fîşek anîn. Elîk fîşek li hevalên xwe belav kirin û ketin ser rê ya Midihê. Bi miqambilî Midihê ketin. Şerekî pirr giran heye. Dengê fîşekan, wekî xwêya tu bixî êgir e. Elîk got: ”Esker û eşîrên hatine ser me, dora Midihê girtine. Vêca divê em şopekê vekin û bikevin nava gund. Em xwe bigihînin hevalên xwe. De pakêtên fîşekan li tivingan biixin. Em tev bi hev re berê tivingan li wan rast bikin û emê bikevine nava gund.”
Tevan bi hev re dest bi şer kirin. Esker û eşîrên hatine ser Midihê hebitîn. Dora gund berdan û xwe dane paş. Elîk û hevalên xwe ketin gund. Şer qenc giran bû. Mihemayê Êlo û wan ên din tevan gotin “Elîko tu bikeve kelihê û li me û wan temaşe bike. Em naxwazin tu bikevî nav şer.” Elîk bi darê zorê kirin hundirê kelihê û deriyê dufilq li ber girtin. Besika Hecî ya ji Marînê û Bino yê Êzîdî li ber hiştin.
Emerê Şêro û çend hevalên xwe ketin aliyê Besta Cehnemê. Silkê Mehmûdê mala Micê, Miradê Şerko û Behramê kurê Ehmedê Miqdad xwe nêzîkî dîwarê kelihê kirin û dest bi zirtan kirin. Wan got belkî Emerê Şêro bi ser me de werê û em bikujin. Çaxê bavê min Elîk dengê zirtên wan kir, bang kire Silkê Mehmûd û got: “Wa Silkê Mehmûd î gurçikrevên, ne tu zirtan dikî. De ji wir nelebite va ez hatim.” Xwe li deriyê kelihê xist û vekir. Besikê û Bino nikarîbîn wî bigrin. Bino jî da ber re. Şev û taveheyv e. Cilê Bino sipî bûn. Tiving avêtinê. Roviyê wî rijandin erdê. Elîk rahişte xencerê û hicûmî ser kozikê kir. Silkê Mehmûd û ew paş ketibûn. Lê Miradê Şerko û Emoyê Evokî ji Basaqê di kozikê de ne. Çaxê siya Elîk da ser kozikê, Emo devê tivingê da Elîk û teqand. Avête erdê. Çawa Elîk hate kuştin, hevalên wî tevan Midih berdan.
Ziyareta Rastê, li gundê Mizîzexê.
Roja din laşê Elîk bi zik ve li qantirekê kirin û anîn Midyadê. Li nîvê bajêr li çarsingê dan. Sê şev û sê rojan laşê wî di çarsingê de ma. Tava havînê laşe wî xira kir. Fasla diya wî bang kire Mihemed Şerîfê Nehroz. Bertîleke mezin da fermandarê esker û laşê wî bir li Mizîzexê veşart.
Piştî Elîk çi çêbû?
Çelebî ma axa. Haco û Serhan hê jî di hepsê de bûn. Her duyan ji hepsê baz dan. Hatin û bi Çelebî re bend û berberî kirin. Hevêrka bûne du bend û bi hev ketin. Dest bi hev û kuştinê kirin. Hikûmeta tirk jî rabû eşîr li her duyan leva kir. Nisêbîn dane Haco û Midyad dane Çelebî. Hevêrkî hemû bi Haco re rabûn û hatin Rayîtê. Zivistanek di ser wan re derbas bû. Haco got: “Rabin û vegerin cihê xwe. Wir bi dev wan ve bernedin.” Xalê me Hiseynê Ferho û apê min Xelîlê Battê çûne Mizîzexê. Haco li Badibê ye.
Çelebî û hin ji hevalên wî. (Wêne ji arşîva Gertrude Bell)
Piştre bi pêlekê, panzdeh zilam ji Zaxuran hatin kuştin. Mihemed Şerîfê Nehroz çû cilê wan kuştiyan anîn û birin hikûmetê. Giliyê Çelebî kir. Esker hatin Çelebî. Wî demekê xwe li Êwertê veşart, lê piştre teslîmî hikûmetê bû. Haco tenê ma axa. Dekşûriyan giliyê Haco kirin. Haco teslîm bû lê hate berdan.
Û piştre?
Piştî ku Şêx Seîd hate xeniqandin, Tirk li temamê Axa û Began vegeriyan. Ên ku alî wan kiribûn û alî wan nekiribûn, dest bi wan û kuştinê kirin. Waliyekî Mêrdînê hebû, gelek ji Haco hez dikir. Got: “Haco Axa, ji xwe re bi derekê de here. Hikûmet yekî ji axayan nehêle. Haco rabû, bi malbata xwe ve derbasî Tirbespiyê bû.
Apê Ûsiv te bi vê hevpeyvînê em baş serxwext kirin. Em gelekî spasiya te dikin.
Ez bi qurbana we, van xortên bedew bibim…
* Ji rojnameya Welat a hefteyî: Hejmar 54 û 55/Sal 1993
* Beşê yekem: Ji devê Ûsivê Elîkê Battê kuṣtina Haco li Çiyayê Mava
* Dara malbatê ya Mala Osmên
Jîr Dilovan I Nivîskar û rojnamevan Jîr Dilovan, sala 1956ê li gundê Hêştireka Midyadê hatiye cîhanê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn li Midyadê û dibistana mamostetiyê jî li Kirşehir bajarê Tirkiyeyê, sala 1975ê qedandiye. Dû re jî xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Anatolî ya Eskîşehirê bi dawî kiriye. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û helbestên wî hatine weşandin. (Welat, Welatê me, Rewşen, Jiyana Rewşen, Nûdem, Huner, Amara, Kovara W) Di kovarên Huner û Amara de di desteya weşanê de cîh girtiye. Leyîstika wî ya bi navê Qolinc (15 beş) û gelek skeçên wî di Med Tv de hatine weşandin. Di Televizyona Mezopotamya de, di bernameya Rojbaş Kurdistan de, dersên zimanê Kurdî dane û demekê bernameya "Destpêka Rojê" amade û pêşkêş kiriye. Di Radyoya Dengê Mezopotamya de, sê bernameyên wêjeyî yên bi navê "Ji Kaniya Wêjeyê," "Şana Helbestê" û "Li Benda Rojê" amade û pêşkêş kirin. (Wikipedia)
Ji hunermendê me yî bi nav û deng Miradê Kinê - Şerê Tinatê