Çelebiyê Osmên

Çeçanê kurê Haco (III), beriya malavahiyê li jiyanê bike, di 73 saliya xwe de, bîranînên xwe  bi deng tomar kiribûn ku tê de behsa gelek buyerên dîrokî yên di navbera salên 1900 û 1930î dike. Yek ji van buyeran, girtina dawî ya Çelebiyê Osmên, ya derdora salên 1925 - 1927ê ye.

Çeçan di axaftina xwe de behsa rojên dawî yên Çelebî li zindana Entabê û li nexweşxanê dike û dibêje, ’tevî ku amê min Çelebî nexweşbû, textoran ew bê derman, nan û av hiştin’

Çeçanê Haco mijarê weha vedibêje:
'Di wê serdemê de, di navbera me mala Osmên de dubendiyek xurt hebû. Rehmetiyê Çelebî hate girtin, birin zindana Entabê. Dema em binxet bûn (1926) ew hê jî di zindana Entabê de bû. Piştî bi demekê di zindanê de bi nexweşiya tîfo ket. Dîwane yê ji gundê Xerabya û kesekî suryanî ji gundê Basibrînê jî pê re, li zindanê girtî bûn. Wan du kesan dît, halê wî, nexweşiya wî, rojên wî yên dawî. 

Çelebî dibine nexweşxanê û piştî bi demekê, Dîwane ji rayedarên zindanê re dibêje, ‘malava, em ehlê hev in, mezinê me ye, ez dixwazim hun destûra min bidin ez herim dîtina wî.' Destûrê didin, Dîwane û hevalê xwe yê Suryanî diçine nexweşxanê cem Çelebî. 

Dîwane dibêje, ‘amê Çelebî tu çawayî’. Çelebî lê vedigerênê û dibêje 'Dîwanewo ma ezê çawa bim. Tu dibîne, ez çavên xwe bi destê xwe vedikim. Bi serê te, heta niha xelkê digot, bi serê Çelebî li hepsa Entabê, lê ji niha û pê de wê bêjin, bi tirba Çelebî li axa Entabê. Êz yê mirinê me. Lê wellehî, van kûçikbavan, vî textorî xwarin nedan min. Heger xwarin dabane min, ez ne dimirim.

Çeçanê Haco her weha dibêje; "Dîwane sûnd xwar ku dema Çelebî destê xwe davête birih û mijgûlên xwe, sipih ji wan diketin. Rehma xwedê lê be. Hin caran, ji bo temahiya dunyayê û axatiyê, xîlafet di navbera me de derket, lê Çelebî, hakim û mezinê me hemûyan bû. Wekî din, sed salî din jî, di nava kurên Osmên de, yekî wekî Çelebî ranabe."

Amadekirin: I. Battê
Têbinî: Em dê bîranînên Çeçanê Haco li vir beş bi beş bi we re parve bikin.

Navdarên Hevêrkî
Wêneyên Mizîzexê