Hejmarek şervanên Hevêrkî (Wêne ji arşîva Gertrude Bell)

Piştî ku serokê Konfederasyona Hevêrkan Elîkê Battê, tebaxa 1919ê, di şerê Midihê de hate kuştin, dubendiya ku ketibû nava Mala Osmên, kûrtir bû. Lewra di nav koma Osmaniyan de, ku wê rojê avêtibû ser Dêra Midihê, ji mala Osmên, Çelebî û Saroxan jî hebûn.

Bi vê buyerê re yekîtiya Mala Osmên û Konfederasyona Hevêrkan têkçû û piștre, li Tora Hevêrka, gelek buyerên diltezên hevdû şopandin.

Piştî kuştina Elîk, her çiqasî kuramê wî Haco (III), ji bo ji nû ve sazkirina yekîtiya Hevêrkiyan têkoşînek bê hempa jî kiribe, Dewleta Osmanî her ku diçû li herêmê xurt dibû û her weha, bi serkêşiya Çelebiyê Osmên, gelek Hevêrkî û Dekşûriyan jî alîkariya dewletê dikirin. 


Haco III

Paş gelek hewldanan, Haco III, Xelîlê birayê Elîk û gelek endamên din ên mala Osmên (Haco, Battê, Hemed, Ferho) û hejmarek mezin ji Hevêrkiyan, sala 1926ê neçar man derbasî Binxetê bibin. Lê zext û zilma Osmaniyan, bi alîkariya hêzên çete, li Binxetê jî berdewam kir.


Gorna Xelîlê Battê li gundê Til Zîwan. (Wêne: VEDENG AGENCY)

Tora Hevêrka ku bi kuştina Elîk hejiya bû, piştî ne bi gelekî, bû şahidê buyerek din î dilşewêt; li ser daxwaza Waliyê Mêrdînê yê wê demê, Saroxanê Osmên, kom bire ser gundê Til Zîwan li Binxetê û di encamê de, Xelîlê Battê jî kuştin. Di vê êrişê de her weha du mêrxasên Hevêrkî, Silêmanê Kêlo û Osê Kucî jî hatin kuştin.

Li ser vê buyera dawî, Haco (III) dibêje; Saroxan li vir jî ji pey me venagere, êdî ev jê re namîne. Piştî ne bi gelekî, Saroxan tê kuştin û bi vî awayî zaroyên Osmên, di demek kurt de, sê kesan ji hev dikujin. Elîk, Xelîl û Saroxan, tevî gelek şervanên Hevêrkî ji her du aliyan.


Elîkê Ûsivê Elîk (Alî Battê II)

Neviyê Elîkê Battê (I) yê bi navê wî, Elîk (II) ku îsal (2025) beriya bi çend mehan malavayî li jiyanê kir, buyera kuştina Xelîlê Battê weha vegotibû:

"Piştî amê min Haco (Haco III) binxet bû bi demekê, bavê min û amê xwe Xelîl jî tevî malbatên xwe neçar man derbasî Binxetê bibin. Bavê min (Ûsivê Elîk) û amê min Haco û zaroyên wî, di destpêkê de li gundê Şorik û amê min Xelîl jî li gundê Til Zîwan bi cih bûn.

Amê min Xelîl, pezê xwe bi sixil dabû hin kesên ji gundê Nibilê. Dema ew ji bo pezê xwe bibe Binxetê vedigere Serxetê, li herêma Dara Bizmara, navbera Midyad û Nisêbînê, rastî Waliyê Mêrdînê tê û di navbera wan de şer derdikeve. Amê min Xelîl tivingê berdidê Walî, lê tiving li hespê wî dikeve. Hesp dimire û her weha onbaşiyek û leşkerek  jî di vî şerî de têne kuştin.

 Walî piştî lêkolînê fam dikê ku yê hespê wî di bin de kuştiye, amê min Xelîl e. Li ser vê yekê bangî Saroxan dike û jê dixwaze, heyfa hespê wî û leşkerên wî ji Xelîl hilîne. Saroxan qebûl dike û komekê radike ser amê min Xelîl, li gundê Til Zîwan.

Di şeveke reş de, koma Saroxên derdora mala amê min Xelîl digre. Dema se direyin, apê min Xelîl derdikeve û dengê xwe dike, yekser berdidinê û didine erdê. Li pey wî, Osê Kucî yê Nemirdanî derdikeve, wî ji didine erdê. Herî dawî jî Silêmanê Kêlo, çawa ji xênî derdikeve, berdidinê û wî jî dikujin. Osê û Silêman di cih de temam dibin, lê amê min Xelîl demekê birîndar dimîne.

Çawa dengê tivinga tê, amê min Haco û bavê min bi lez bi hawarê ve tên. Beriya amê min Xelîl temam bibe, ji amê min Haco re dibêje, yê ku tiving berda min, yek ji yawerên Saroxên, Şeroyê Newîla bû. Li ser vê yekê amê min Haco dibêje, em di van deran re jî derketine, lê xuya ye Saroxan hê jî ji pey me venagere. Êdî divê ev ji Saroxan re nemîne."

Têbinî: Piştî ne bi gelekî, hem Saroxan û hem jî Şeroyê Newîla hatin kuştin.

Amadekirin: I. Battê

*Dara malbatê, ya mala Osmên
*Gundê Nibilê, gundekî herêma Omeriya ye.
*Osê Kucî, bi eslê xwe Nemirdanî ye, lê li gundê Mendikanê dima.
*Silêmanê Kêlo, bi eslê xwe ji Mizîzexê ye, malbata Kêlo sala 1926ê bi Haco re Binxet bû.

Navdarên Hevêrkî
Wêneyên Mizîzexê