Ev belge di pirtûka bi navê "Military report" (Raporta Leşkerî) de ye, ku tê de gelek rapor û nameyên rêvebirên leşkerî yên Brîtaniyayê yên di salên 1900î de li Iraqê diman, cih digrin.

Li jêr em kurdiya vê belgeya Ingilîzan bi we re parve dikin.

MizîzexOnline


Haverkan ji du beşên mezin pêk tê: ya yekem, beşên Alika, Dermamûka (Delmemika), Muzezak (Mizîzex), Saliha û Saiyida (Seyîda) ye ku ligel gundê Azexê (Hezex) yê Xiristiyanan hemû di bin serweriya malbata Osman Axa de ne; û beşên Arabi (Erebiya), Beravî, Dumana (Domana) û Alika ku her yek di bin serokatiya axayê xwe de ne.

Beşek ji şecereya malbata Osman Axa wiha ye:

* Dara malbatê ya mala Osman Axa (Mizizex Online)


Ev malbat her tim bi tirkan re di nav nakokiyan de ye. Sala 1916ê Haco, Çelebî û Serhan ji Mîdyadê hatin derxistin û avêtin zindana Xarpêtê. Piştî girtina wan, Alî Battê, tevî zaroyên van sê kesan (Haco, Çelebî û Serhan) eşîr bi rêve dibir. Lê rewş ji xerabiyê ber bi rewşek xirabtir ve çû. Alî Battê êrişî Nisêbînê kir, fermandarekî alayiyê girt û xwest dest deynê ser hikumeta Midyadê. Dewletê leşker şandin ser wî, êsîr hatin berdan, Alî Battê hat kuştin û Haco û Çelebî ketin şûna wî. Hëjayî gotinê ye ku Ali Battê, kesek gelek şerker bû û hem li dijî Dekşûriyên di bin serokatiya Izzadîn Axa de û hem jî li dijî Evdilkerîmê Eliyê Remo (Çêlik) hejmarek sefer lidarxistin.

Di nav kesên ku serweriya malbata Osmên qebûl nakin, Evdilkerîmê Eliyê Remo herî zêde derdikeve pêş. Di destpêka sala 1919ê de li Kerboranê avêt ser navendeke Tirkan û bi bavê xwe re di qirkirina gelek Xirîstiyanan de cih girt. Sala 1920ê dewlet çû ser. Ji ber ku hin kesên ji eşîrên herêma Çêlik, bi fêlbaziyên tirkan jê veqetiyabûn, ew neçar ma teslîm bibe.

Rewşa Xiristiyanên li vê herêmê hêjayî balkişandinek taybet e. Evdilkerîm û axayên din ên serbixwe yên Haverkî di siyaseta xwe de bi giranî li dijî xiristiyanan bûn. Lê aliyê din, Alî Battê Xiristiyanên xwe parastin. Di encamê de hemû Xirîstiyanên herêmê li Azekh (Hezex), gundê Xirîstiyanên Yaqûbî yê di bin kontrola Alî Battê de, li hev civiyan. Li vir bi awayekî serketî xwe li hember eşîrên dijmin diparêzin û Alî Battê jî ev yek kiriye sedema nakokiya xwe ya bi Evdilkerîmê Eliyê Remo re.

Ji xeynî beşê sereke yê Hevêrkan, neviyên Osman Axa eşîrên Serhan (?), Solkan (?) û Çomara yên Mîdyadê jî kontrol dikin, ku tu têkiliya wan bi Hevêrkiyan re nîne.

Pêşeroja Hevêrkan bi guman e. Ji serekên niha re (Serhan û Çelebî), tu sedem tune ku ji tirkan hez bikin, lê helbet restorasyona xwe deyndarê tevgera hukûmetê ne. Di nûçeyên herî dawîn de tê gotin ku Haco û Çelebî bi hev re nakok in, lê her duyan li hev kirine ku hêzên milîs di nav eşîrên xwe de ava bikin.

* Ingilîziya vê belgeyê: Belge 1 I Belge 2

* Wergera ji Ingilîzî: MizizexOnline

* Dara malbatê ya mala Osman Axa

Navdarên Hevêrkî
Wêneyên Mizîzexê