Dema Smayîl ber bi dibistanê ve da rê, ez çûm cem Îbrahîmê Bamûnsî. Wî di demeke dijwar de gelek alîkariya min kiribû, ew her weha xizim dihat hesibandin. Hevlingê Brahîm Şahîn bû. Piştî min li hal û ehwalê Brahîm pirsî, ez çûm dikana cîranê wî Seyît Letîf.

Seyît Latif ji Xirbê Alêtê bû û herkesî dizanibû ku ew hostayekî baş ê sîleha ye. Şevekê, gava dinya ket navbera heyv û rojê, rûyê heyvê tarî bû. Ew, ew dem bû ku mirovan bawer dikir ku cenawerekî mezin heyv girtiye. Hemû xelkê Midyadê bi tiştên deng ji wan dihat derketin ser ban û kuçeyan û dest bi qewirandina cenawer kirin; teqe teqa jinan bû li tenekeyan dixistin û zarokan jî li sênîk û beroşan. Yên çek û sîlehên wan heyî jî, nîşan ji heyvê digirtin û diteqandin. Bi awayekî, çeka xalê Seyîd Letîf di destê wî de teqiya û çend tiliyên wî qut bûn.

Bi dîtina min kêfxweş bû, di derbarê Alanyayê de ku ez lê dimam pirs kirin, paşê me qala kurê wî Rifat kir û got, ew li Izmîrê dimîne. Rewşa wî başe, dimeşe.

Piştî wê ez çûm mala Ûsivê Çelebî, mala wan li pişt mizgeftê bû, Apê Ûsiv û jinapa Helîmê tenê diman. Ew serdema xwe ya dawîn dijiyan. Hecî Ûsiv bi zehmetî radibû ser xwe, pir lawaz bûbû. Min pirsa zarokên wî kir, Emîn li Belçîka bû, Remezan li Almanya û Selîm Xoce jî jixwe karê mamostetiyê didomand. Rewşa van du yextiyaran nîşan a herî zelal ya wê bû ku di van rojan de, tenêtî û pîrbûn çawa li serî dibe bela. Weke ku dihate çaverêkirin, pêşî Hecî Ûsiv çû ser dilovaniya xwe, piştre jinapa Helîmê, di demekê ji wan de ku li gundê Zazê li cem keça xwe bû, wekî bi hezaran kesên din, ku her havîn ji ser xaniyan dikevin, ew jî ji xanî werbû û jiyana xwe ji dest da.

Piştre ez çûm cem Ehmedê Na’met. Apê Ahmed jî bi zorê radibû ser xwe. Ew yek ji hindik hosteyên herêma Torê bû, di bin destên wî de gelek dîwarên xaniyan bilind bûbûn. Ew qas xurt bû ku dema dîwar lê dikir, pênc kesan jî kevir pê re nedigihandin. Hevjîna wî ya yekem xizmeke me yê bi navê Horî bû, ji hemşîreyekê jêhatîtir bû, derziyên her kesî li wan dixistin. Piştî ku jinapa min Horî wefat kir, apê Ahmed cara duyemîn zewicî. Ji zewaca wî ya duyemîn 3 zarokên wî çêbûne, Zeyneb li Bursayê bû, çûbû cem xwişka xwe Selîma. Zeyneb dem bi dem li ber zaroka malbatekê dima. Hemza li Skenderûnê bû. Brahîm li Amedê mamoste bû. Namet jî diçû dibistana seretayî, polê duduyan. Bêhtirê kalên me, di zewaca xwe ya duyemîn de divê teqez zarokên wan ên ji neviyên wan piçûktir hebin.

Piştî ku carek dawî min xatir ji apê Ehmed xwest, ez daketim kolana pişt mizgeftê. Ji nişka ve min xwe li ber deriyê hewşa Keşe Ado dît. Her çiqasî ku derî bi heta dawî girtî jî bû, bi hêviya ku ez dengê Emîra, Mistefa, Sîham, Sewîm, Ihsan, jinapa xwe Behiya, Hêdiyê û Apê Selîm ku ti caran stêrkên me li hev ne dihatin, bibihîzim, min guhê xwe bi baldarî da ser derî. Ji ber ku hîna derî venebû bû, xuya bû her kes hê li cihê xwe bû. Heger min li derî bixista, wê zarokên Mistefa wekî duwanzdeh sal berê bihatana pêşwazîkirina min. Ez û Ihsan emî dîsa li ser mijarên welêt biaxivin. Dema mirov hez bike, xewn û xeyalên kesên mirov ji wan hez dikin jî dikarin mirov kêfxweş bikin. Ez wekî îro dengê Emîra dibihîzim, dema bang dikir û digot "Welatooooo". Ez çend deqîqeyan bi hez û bextewerî noqî bîranînên berê bûbûm, derî ji nişka ve vebû. Keşe Ado, şifqeya wî ya fotêr li serî, xeftanê reş ê keşetiyê lê û gopalê wî di dest de, li ber derî xuya kir.

"Tu li kesekî digerê?"

"Li vir Mustafa Xoce hebû, û Selîmê Battê... min ê pirsa wan bikira."

"Zêdetirî deh sal berê wan ji vir bar kir û çûn derveyî welêt."

Min got, "ez dizanim ew çûne, ez îro hatime û li halê wan î beriya bi deh salan digerim."

Keşe matmayî li min nerî, xwe xaç kir û navê Îsa got. Bi çavên xwe yên pîrbûyî ji serî heta binî li min nerî, mîna ku li dînekî binerê. Piştre dema bawer kir ku ez nedînim, beşişî û got:

"Di destpêkê de, dema tiştek tune bû, Xweda hebû, piştre Xwedê ewilî dem afirand. Xwedê yekem car dem afirand, ji ber ku tiştek bê zeman û wext çênabe. Berdewamiya demê ku Xwedê bi hebûna xwe afirandiye, wê her û her bi Xwedê re bidome, lê yên di nav demê de, her dem wê di nav pêvajoyên demê de bimînin. Ew ên ku beriya bi deh salan li vir bûn, di wê demê de man.”

"Û bîranîn, hesreta ku em ji bo rabirdûyê hîs dikin, çi bi wan tê?"

Keşe hinekî fikirî û destên xwe di ser riha xwe ya deqdeqî re bir û got:

"Bîranîn û hesret li derveyî mekan û zeman, wê bi ruhê me re hilkişin cem Xwedê. Dema giyanê me ji bedena me derdikeve jî, ew dê bi me re bin."

"Ez jî ji Mizîzexê me, ew ê li vir man, xizmên min bûn."

"Tu li ser ser û çavên min hatiye, eger tu bixwazî ​​fermo derbas bibe û li hundur binêre."

"Na, ji ber ku ez ê nikaribim beriya deh salan li wir bibînim, baştir e ez neçim hundur."

"Mixabin, tu yê nikaribê wê bibînê, xezeba zeman ji xezeba Xwedê dijwartir e."

"De haydê ez herim û mirovên deh sal berê bi bîranînên xwe re bihêlim. Ez bi dîtin û naskirina te gelek kêf xweş bûm.”

"Ez jî kêfxweş bûm. Bi xatirê te, em ê wan mirovên qenc bi dilovanî bi bîr bînin. Heke hûn wan bibihîzin, bibînin, bi wan re biaxivin, silavên min li wan bikin."

*Ji pirtûka Mecit Akgül (Mecîdê Evdilkerîmê Hesenê Evdê Ferho) a bi navê "Bana Bir Mektup Yaz” (Ji min re Nameyekê Binivîse).
* Wergera ji tirkî: Mizîzex Online

Wêneyên Mizîzexê