Rêşad Sorgul, di vê belgevîdyoyê de ku bi dengê xwe xwendiye, ji bilî gelek mijarên balkêş di derbarê Tora Hevêrka de, her weha balek berfireh dikişînê ser siyaseta "parçekirin û birêvebirinê" ya dewleta Osmanî/Tirk ku her ji destpêkê ve, ne tenê li herêma Torê, her weha li seranserî Kurdistanê serî lê daye.

Mizîzex Online




Rêşad Sorgul
sala 1968ê li navçeya Çinar a Diyarbekirê, li gundê Qerqatkê ji dayik bû.

Piştî xwendina dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê, ew sala 1991ê ji bo xwendina zanîngehê çû paytexta Misrê Qahîreyê. Salekê li zanîngeha Bêrûdê şaxê Iskenderiyê, li beşa hiqûq û du salan jî li Zanîngeha El Ezherê beşa dîrokê xwend. Sala 1994ê ji Qahîreyê derket û piştî çar mehan xwe gihand bajarê Hannover ê Elmanya.

Piştî du sal xebatên li kovara Bawerî, gulana sala 1997ê li MED TV û piştre li Medya TV, Roj TV, Nûçe TV, Newroz TV û Ronahî TV xebitî. Niha jî li Stêrk TV kar dike.

Kanala YouTube ya Rêşad Sorgul

Hin ji berhemên Rêşad Sorgul:

  • Veger (Tîrmeh 2001 - Weşanên Rewşen li Elmanyayê)- ceribandin
  • Evdalkovî (Sibat 2004 - Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê)- bîranîn
  • Seydayê Min (Sibat 2007 - Weşanên Belkî / Stenbol)- çîrok
  • Niqutî Dilê Min (Nîsan 2010) - Weşanên Welat WW / Stenbol)- roman
  • Pêjna Feqî (Mijdar 2013) - Weşanên Welat WW / Stenbol)- çîrok
  • Gurxenêq (Tebax 2015) - Weşanên Aram / Stenbol)- çîrok
  • Sê qismet û kurê pîrê (2018) - Adaptasyon ji Yewnanî - dijîtal / Belçîka - çîrok
  • Çilguliyê (2019) - dijîtal / Belçîka - çîrok
  • Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyê (Tebax 2020) - dijîtal / Belçîka - Roman
  • Bûka Mirinê (Hezîran 2021) - dijîtal / Elmanya - kurteçîrok
  • Seyadê Şamê (Îlon 2021) - dijîtal / Rojava - biyografî
  • Gulperî (Kanûn 2021) - dijîtal / Rojava - çîrok
  • Reşoyê Kûrî (Kanûn 2021) - dijîtal / Rojava - çîrok
  • Zembîlfiroş û Gulxatûn (Cotmeh 2022) - dijîtal / Elmanya - destan
Navdarên Hevêrkî
Wêneyên Mizîzexê