Hevpeyvîn: Jîr Dilovan

Karê serdestan, her dem li ser gelê kurd, pêleyîsk, zilm û zor e. Çaxê ku gelê kurd zana û bi bîr û bawer dibe, pêleyîskên dijmin jî têne guherandin. Bi fen û xapên genî êrişî gelê kurd dikin. 

Ev heypeyvîn sala 1991ê li gundê Kertwênê pêk hatiye. Têkilê me Ûsivê Elîkê Battê ye. Di nav gelek buyeran de bi vî rengî cih girtiye. Daxwaza min ew e ku hun bi vê hevpeyvînê xweş hîn bibin. Lewra, doh neynika îro û îro jî neynika sibê ye.

Apê Ûsiv, ez dixwazim li ser bavê te Elîkê Battê, hevpeyvînekê bi te re bikim. Pêşî ezê temenê te bipirsim.

Emrê min… Hun tarîxa berfa sor dizanin? Payîzê ez hatime dinyayê û zivistanê, berfa sor hatiye. Gerek e heştê û yek sal bê.

Navê eşîra we çi ye?

Hevêrka.

Navê bavikê (malbat) we çi ye?

Em mala Osmên in. Hingî mezinê me Haco bû (Haco II). Haco apê bavê min Elîk e. Haco, Hemed, Battê û Xelef her çar birayê hev bûn. Mala Çelebî jî pismamê me ne. Çelebî kurê Smayîl e û Serhan jî kurê Saroxên e.

Eşîrên danûstandina we bi hev re heyî kîjan bûn?

Em axayê Hevêrka ne. Em li Mizîzexê diman. Alikan Mala Cimo û Siloyê Hito ne. Ew li Hêştrekê bûn. Dekşûrî li Kercewsê ne. Axayên wan mala Hesen Şemdîn bûn. Hê ji berê de em û Dekşûrî berberê hev in. Em tim bend û holê li hev dikin. Wekî din, Dermemika mezinên wan Mala Smayîlê Werdê ne, Zaxuranî, Dorikan, Salihan, Domanan, Basaqî, Hesina û Bûtikan… Têkiliya me û van eşîran bi hev re ye.

Eşira we û Dekşûrî çima ji hev re bûne dijmin?

Mala Ehmedê Ûsiv li Sîha ne. Ew jî, ji eşîra Dekşûriya ne. Rabûn serdestî li eşîra me kirin. Hatin ketin Tilminarê, Tilê Zêra, Tilaqûbê û dest li ser milkê wan danîn. Ji aliyê din ve jî, destê xwe avêtin Çomera û neheqî li kirîvê me Xelef Axayê Eznawirê kirin. Wan jî şandin ji Haco re û gotin, ”em hemû di tifaqa te de û hevalbendê te ne. Van Dekşûriyan em talan kirin û haya te ji me nîn e.”

Haco ji Mizîzexê kete rê û li nav Elîka, Dermemikan, Zaxuraniyan, Dorikan, Salihan, Hesinan, Domanan, Basaqiyan û Bûtikan geriya. Du hezar mêr bi xwe re kar kirin. Bi dahol û zirne bi rê ket. Hate ser Eznawirê û êrişî mala Ehmedê Ûsiv kirin. Heçî yên ku baz dan xwe xilas kirin, ewên din tev de kuştin.

Ji ber vê yekê fermana Haco rabû. Yawerê xwe Qasimê Êzdî (Taqî) bi xwe re bir û xwe li Çiyayê Mava girt. Eskerên tirk Cimo bertîl kirin û gotin, ”me divê tu bi me re werê ser Haco. ”Rabûn Cimo bi xwe re kar kirin. Cilên Zeyneba jina Haco li zilamekî kirin û ew jî bi xwe re birin. Haco û Qasim di şikeftekê de ne. Zilamekî bang kir û got: “Wa Haco, ma ji namûsê pê de? Va jina te di nav esker de ye.”

Haco li Qasim vedigerê û dibêje: ”Te deng kir newlo? ” 

Ji şikeftê derdikeve û dinêre ku jinek bi cilên jina wî di nav esker de ye. Rast ber bi wan ve çû. Çawa nêzîkî li wan kir, tiving berdanê û dane erdê. Cimo xencera xwe kişand û çû ser wî. Xencer da qirika wî ku bigurînê. Haco got: “Kurê Hacîra kor, mêr ne ji pêş ve, ji pişt ve tên gurandin.” Cimo serê wî jê kir û bi xwe re birin teslîmî hukûmetê kirin.



Di vî çaxî de mezinê eşîrê kî ye û bavê te Elîk çi karî dikê?

Mezinê eşîrê Çelebî ye û bavê min Elîk li ber pezê xwe ye. Eşîr bi dev Çelebî û Serhan ve hatiye berdan. 

Mesûd (Mesûdê Mîrza) mezinê suryaniyên Mizîzexê ye. Çelebî ta`deyî û neheqiyê lê dike. Mesûd rabû çû cem Fesla diya bavê min û got: ”Fesla, ka Elîk bide min.” Got: ”Tê çi ji Elîk bikê? Got: Tu bide min. Kesê ku cêran çê bikê, wê çembil jî pêve bikê.” Mesûd heft çerxî dane yekî ji gundê Xerabya. Kire şivan û li ber pez hişt. Elîk bi xwe re anî Mizîzexê. Bi alîkariya suryaniyan qesrek jê re li ser xaniyê Battê tê çêkirin.

Ji bo debara Elîk, Mesûd çar ker hazir kirin. Dane pêşiya Fesla û Elîk û got: ”De herine Kinikê cem suryaniyan. Silavê min li wan bikin. Bila hinek qût bidine we.” Lê suryaniyan tiştek nedan wan. Bavê min û dapîra min li piyê paş vegeriyan. Bi rê de rastî garana Kinikê hatin. Elîk rabû çar ga dane ber xwe û birin. Gavên li gund kir hawar û gundî hemû lê derketin. Çaxê nêzîkî lê kirin, Elîk berê tivingê li wan rast kir û teqand. Baminminî jî li dengê tivingê derketin. Qederê şêst-heftê zilam hatin. Meyizandin ku Elîk û Fesla ne. Abûzêdê Baminminî got: ”Çi ye? Çi qewimiye?” Fesla got: ”Em hewceyî van kûçikan û çar çapik ce bûn û nedane me. Elîk jî çar gayê wan birin. Ji ber vê yekê hatine me.” Abûzêd kete navbera wan û bi cirm, çar çapik genim, barek çiltûk, barek nîsk, barek pîvaz û sêsed kîlo tûtin ji suryaniyan standin û bi Elîk re anîn Qesra Mizîzexê.

Piştî vê yekê, eşîr û Çelebî gav ji Elîk çinîn. Sehwa wî kete dilê hemûyan. Elîk jî êdî dest bi afirandina aloziyan kiribû. Apê wî Hemed bang kiriyê û got:”Birazî tu tifaqa me Mala Osmên xira dikî. Ez naxwazim tu van karan bikî.” Elîk rabû ji Mizîzexê çû nav Elîkan li nav Omeriya. Bi eslê xwe Hevêrkî ne. Elîk li wir jî rihet nasekine, vê carê bela xwe dide Omerî û Mihelmiya û bi dor wan û pîşikan dikeve.

Hacoyê kurê Haco vê demê çi karî dike?

Haco keça Serhên Peyrûza revandiye û ew haft salê wî ku xwe li Cimo girtiye. Cimo ew kiriye Qesra Haxê, qedr û qîmet pê dide. Kiriye mezinek ji eşîra xwe.

Serhan sûnda asê xwariye û gotiye, “heger Haco vegerê nav eşîrê, sê telaqên min ji min herin ku ez li nav eşîrê bimînim. Ezê biçim Şingalê.”

Elîk ji nav Omeriyan xwe kar kir û got: ”Ev heft sal in Haco li Qesra Haxê ye. Ma efûya wî nayê?” Hat û mesele ji apê xwe Hemed re vekir. Hemed got: ”Heyra tifaqa me wê xira bibe.” Elîk got: ”Ev erd digihê vî esmanî, ez hew disekinim.” Kirin ne kirin, reda Elîk nebirin. Rabûn qederê sed zilamî dane dora xwe û çûn mala Çelebî. Mesele ji Çelebî re jî vekirin. Çelebî got: ”Heq e… Lê Serhan jî sûnda asê xwariye. ”Elîk got: ”Heke tu rast dibêjî, bişîne dû Haco û Peyrûza. Wan bîne mala xwe. Emê xwe bavêjin Serhên. Heke efû kirin, kirin. Heke efû nekirin, emê ji dêla wî ve biçin Şingalê. ”Çelebî çend zilamên xwe kar kirin û şiyandin. Haco û Peyrûza anîn û avêtin Serhên. Hatin efûkirin. Haco li dewsa bavê wî kirin mezin.

Di wê demê de dostên Elîk, mala wî ji Mizîzexê birin Dêra Çomera.

Piştî Haco bû mezin û sehwa Elîk jî di nav eşîrê de çêbûye, Çelebî û Serhên dest bi wan û finasan kirin. Hin bi hin hevalên wan ji dora wan dane alîkî.

Li Kîwexê Mala Mêşo hene. Rihê wan bi Haco ve ye. Gelekî hez jê dikin. Ji bo ku navbera wan û Haco xira bikê, Serhan hêncet li wan kir. Rojekê xeber ji Dudo yê Mêşo re dan. Dudo xwe çend kire Serhên û beristiyê. Serhan hate Qesra Badibê û li ber Haco yê zavayê xwe girî û got: ”Cil di bin me de nema. Heta yên weke Dudo diberizine me.”

Haco rabû, berî ku xebera Elîk jê çê bibe, bangî hin ji Dorika, Saliha û Domana kir û çûne ser Mala Mêşo. Hemû dû dan û kuştin.

Çelebî jî destê xwe da destê Dekşûriyan û xwe ber bi hikûmetê ve qedimand. Dest bi me û gilî kirin. Eşîr kete navbera wan û li hev anîn. Cimo ji Hêştrekê xwînî bû û heft salan li Altûxwerê xwînî ma. Apê min Hemed ketibû Hêştrekê. Piştî heft salan Dekşûriya rabûn çûn Cimo anîn Hêştrekê û Hemed kirin der.

Di vê demê de Elîk li ku ye? Çi karî dike?

Elîk hate Kertwênê û ji xwe re erd kirî. Lê Çomeriyan û Saroxanê kurê Serhên gotin: ”Em qebûl nakin Elîk li vir bimîne. Mezinê wan deran Şêxê Teya bû. Çûne cem wî û giliyê Elîk kirin. Şêxê Teya got: ”Elîk gurê çiyê ye. Ez ji ku karime bi Elîk.” Rabûn çûne Mêrdînê. Tiştek ji wir jî fêhm nekirin. Çûne Diyarbekirê. Qismek ji Liciyan bi esker re kar kirin û şiyandin ser Elîk li Kertwênê. Haco û Hiseynê Ferho jî hatin alîkariya Elîk. Şerek gelek mezin li dora Kertwênê çê bû. Gelek ji esker û ji Liciyan û gelek jî, ji eskerê Elîk hatin kuştin. Ji ber vê yekê ji aliyê hukûmetê fermana Elîk rabû. Elîk, xwe li Çiyayê Mava girt. Çelebiyê Xelef tenê pê re ye.(Kurê Xelefê Circo).

Têbinî : Wê berdewam bike...

* Hevpeyvîn dirêj e, lewra emê bi çend beşan bi we re parve bikin.

*Dara malbatê ya Mala Osmên

Navdarên Hevêrkî