Li ber destê me hejmarek belgeyên Ingilîzan ên di derbarê buyerên di demên cuda de li Herêma Torê qewimîne hene ku em dê li vir beş bi beş bi we re parve bikin. Belgeya li jêr, piştî kuştina Elîkê Battê, ji aliyê ofîsa ingilîzan ya li Mûsilê ve, ji rayedarên dewleta Ingilîstanê re hatiye şandin.

Hun li jêr, orijînalê vê belgeyê ku bi zimanê ingilîzî ye û wergera wê ya bi kurdî dibînin.  

MizîzexOnline


MOSUL.
20 Îlona 1919ê.

RAPORA SIYASÎ.

Li pişt mirina ALI BATTI (ELÎKÊ BATTÊ) ji aliyê tirkan ve tevgereke siyasî ya kûr heye. Beriya mirina vî mirovî, tirkan diviyabû her tim li QAZA ya MIDIAT'ê (Midyad) bi berxwedaneke xurt li ber xwe bidin (di nav serêşek mezin de bûn).

Ji bo ku ji vê yekê xilas bibin, bi şertê ku ALI BATTI ji holê rakê, tirkan CHELEBI İbn OSMAN (Çelebiyê Osmên) ji zîndana KHARPUT (Xerpêt) berdan. Ev di Tîrmehê an di destpêka Tebaxê de pêk hat.

ALI BATTI, ku heta hingî li dijî leşkeran bi awayekî serketî li ber xwe da, ji aliyê MOHAMED SELÎM ê kurê CHELEBI û SARUKHAN (Saroxan) ê kurê SARHAN (Serhan) ve li MÎDDÎ (Midihê) hate kuştin. CHELEBI niha bûye serokê HAVERKA û bi vî awayî eşîrên hevalbend û tirk niha xwedî serokeşîrekî bi hêz in ku dê di vê rewşa aloz ya dewletê de piştgiriya tirkan bike.

Malbata ALI BATTI, niha xwe avêtiye tor û bextê gundiyên AZAKH (HEZEX).

Hemû kesên navborî yên li jor, ji bav û kalekî hevpar, ji OSMAN AGHA ne. ALI BATTI, CHELEBI û HAJJO (Haco) ku hîn li zindana KHARPUT'ê girtî ye, pismam in. SARHAN û kurê wî SARUKHAN jî ji heman malbatê ne. Di nûçeyeke ku nehatiye piştrastkirin de tê gotin ku yek ji kurên HAJJO ji bo tolhildana ALI BATTI, MOHAMMED SELIM kuştiye.

Bi dîtina min, dema CHELEBI bibe xwedî wê hêza ku karibe kontrola tirkan ji holê rake, ewê dawî li dostaniya xwe ya bi wan re bînê.

* Orijînalê belgê bi zimanê Ingilîzî.

 

Navdarên Hevêrkî