Vê carê mijara Ayhan Erkmen, yek ji rêberên Konfederasyona Hevêrkan, Evdilkerîmê Eliyê Remo ye. Ayhan, dîsa, bi kurdiya xwe yî zelal û şêwazê xwe yê balkêş ê gotina çîrokê, temaşevan û guhdarên xwe mest dike. 

Kanala YouTube ya Ayhan Erkmen
Malpera fermî:https://ayhanerkmen.com/

MizîzexOnline


Ayhan Erkmen bi van gotinan xwe dide nasîn:

Ez Qersî me. Çar pirtûkên min hatine weşandin; "Edo Dêran" "Şev û Deng" "Çîrokên Serhedê-Serhat Öyküleri" û "Çîrokên Dengbêjan" Li ber destê min jî çar dosyayên min hene. Ez dixwazim çîrokan bi vî awayî wek kurte-vîdeo jî bi we re par ve bikim. Ango çîrokbêjiyê bikim. Nêrînên we ji bo min qîmetdar in. Ji kerema xwe, bi min re parve bikin. Ji bo guhdar kirin û dem veqetandina we zor spas.

Ji bo şopandin û temaşekirina bêhtir berhem: 
Kanala YouTube ya Ayhan Erkmen

Navdarên Hevêrkî