Bajar...

Te got, ez ê herim welatekî din, peraveke din
Û ez ê bajarekî ji vî bajarî xweştir bibînim
Lê tu yê ti welat û ti deryayên din peyda nekî
Ev bajar wê dev ji te bernede
Tu yê li heman kolanan herê û werê
Tu yê li heman taxê pîr bibe
Wê li heman xaniyan pora te sipî bibe
Ev bajar e, cihê ku tu her û her bimeşê û bigihijiyê. 
Li benda bajarekî din nemîne!
Te jiyana xwe ne tenê li vir, di vê quncika biçûk de,
Te ew li her devera cîhanê wêran kiriye..
Lewra, te ne keştiyek û ne jî rêyek din heye!

Helbest: Konstantinos Kavafis
Werger ji Ingilîzî: MizîzexOnline


Helbestvanê Yewnanî Konstantinos Cavafis di navbera salên 1872-1879 de li Liverpoolê jiya ye. Malbata wî ewil koçî Skenderiyê (1879–1882) piştre jî Stenbolê (1882–1885) dike. Lê Cavafîs bi xwe ji nû ve vedigere Skenderiyê û heta dawiya jiyana xwe li wir dijî. Cavafîs edebiyat û dîrok xwendiye û bi taybetî jî bi edebiyat û çanda Yewnanî re eleqedar bûye. Ew demekê di rojnameya Telegraphos û herweha di Borsaya Misrê û Wezareta Karê Giştî ya Misrê de jî xebitî. Yekem pirtûka wî sala 1904ê ku ji 14 helbestan pêk tê hate çapkirin.

* Wikipedia