Hunermend, li dora xwe nerî, xuya dikir dudilî bû û tirsa wî ji hin kesan hebû. Pê re pêre dest bi strana Emê Gozê kir.
Pismamê min ê Zaxuranî rabû ser piyan bi dengekî bilind û got, “seyr e, ecêb e, em newêrin stranên xwe bêjin, em stranên hin kesên din dibêjin. Eger mirov pêşî qala xwe neke û xwe bi nasnameya xwe neyîne ziman, ew pûç e, vala ye. Elîkê Batê ez im, Çelebî ez im, Haco ez im, Ferho ez im, Şemûnê Henê Heydo ez im. Hacoyê Xortik ez im, Serhan ez im. Ribatên dora Bagokê, Xemrî û Afsar ez im, mêrxasên Bacola ez im, divê ez, pêşî û beriya her kesî şêrgelî û lehengiya xwe bêjim. Ez dîrok im. Ez rûpelê zêrîn ên dîroka Kurdistanê me. Mirovê ku ji mêrxasî û lehengiya xwe şerm bike, tat e, bila cilika gidîtiyê biavêje ser serê xwe!...”
Gotinên pismamê min manîdar bûn û ez bûme şahidê wê ku, bend û berberiya ketî, bandorê li kultur û wêjeya kurdan jî dike. Pîsîtî, zexelî, xiyanet, nokerî, înkar di dîrokê de bi xetên zêrîn nayên nivîsandin. Tu qedexe, red û înkar nikarin rê li ber vaqanivîsan, (qenc-xerab) bigire. Qencî, ciwamêrî wê bi rengên xwe, pîsîtî, gidîtî û xiyanet wê bi rengên xwe werin nivîsandin.
Dewleta Tirkiyê, li ser van mijaran bi cildan pirtûkan dinivîse. Pirtûka li ser Elîkê Batê, di dibistana efser-zabitên artêşa tirk de tê xwendin. Tirsa me ji nave Elîk û strana li ser şerm e!... Em xwe bi xwe sensurê deynîn ser kultur û dîroka xwe, wê demê em bivir-tevir li kaboka xwe didin.
Serhan, di dîroka Tirkiyê û Kurdistanê de, yekemîn mirov e ku li gundê xwe firne vekir, nan li gundiyan, li rêwiyan û li derdorê belav dikir. Rast e, eskerê wî hebû, firne ji bo wan vekir, lê nanê di firneya Serhan de dihate çêkirin, li gel jî dihate belav kirin û pere ne distandin. Ev bûyerek ku roman li ser werin nivîsandin e.
Mecidê Ferho yekemîn mirov e ku li gundê Mizîzexê muzexane vekir. Biçûk mezin, lê bûyerek dîrokî ya peşarojê ye. Mînakek din, xortê bi navê Şe’o, ji gundê Mizizexê wêneyan çêdike, ressam e û pêşangeh vekirine. Girîng e û dîrokî ye. Ûûû gelek mijarên din hene, li gundên cûda, li taxên cûda hatine kirin. Ev ne şexsî ne, civaka kurd elaqedar dikin, divê werin vegotin.
Ev buyer ne damistonka lîstikên zarokan e, dîrok e. Ya rast, axaftin û nirxandina li ser her cûre bûyeran e. Dîrok, neynik e. Eger em di neynika dîrokê de xwe nebînin, em nikarin siberoja xwe jî bibînin.