Evdalê me li herêma Tora Hevêrka efsane ye…

Destê du zilaman bi milên wî re nagihin, pozberanekî mêra yî girs û bi heybet e. Şervanekî di ser xwe re û di şer û cengê de kes xwe li ber ranagire.

Dema beriya bi çend rojan dayika min behsa wî ji min re kir, yekser Robin Hood hate bîra min. Ji xwe çîroka Robîn Hoodê ku li daristanên Sherwood dijî, ji zengînan distîne û dide xizanan û neheqiyan qebûl nakê hun dizanin. Diya min -Behiya Na`metê Şehînê Şifqetî - jî, çîroka Evdalê Zeynêl, ji dayika xwe Helîmê - ku ji mala Kêlo bû - bihîstibû.

Gundê ku ew carekê bi hawara wî ve neçû ye nîne. Dema dengê hawar û tivingê tê, Evdalê Zeynêl, radihije şûr, mertal, tîr û kevanên xwe û berê xwe dide cihê hawarê. Ew hevalê xizan û ketiya ye û li hember zilm û neheqiyê serî natewînê. Evdal ku guhên wî baş nabihîzin, ti caran li nava gund, di nav nivînan de ranazê. Ji xwe wî ti caran jin jî ne anî. Hemû mal, milk û mewdanê wî hespê wî yê şînboz e. Ew zêde nêzîkî civatan nabe û mirovekî bê deng e. Bi rojê, bêhtirê caran li serê Girê Şêxanê, li Kêlika Haco, Diyarê Behîvê û li serê girê Hexê Bêsa ye, xwe li cihên bilind digrê. 

Ji ser Girê Şêxanê, tu dikare dengê xuşîna marê li Kevana Menda dilive bike. Ji xwe eger hînikahiya serê sibehê bê û te pala xwe dabe ribanekê serê gir, tu bi hesanî dikarê dengê zarokên Kevnasî, Qertmînî û Zînewlî ku li binya malan dileyizin bikê. Xerabya, Taqa, Koçanê, Şehînê Babersê, Xirbihê Alêtê... Ma ku der ji Kêlika Haco xuya nakê!?

Şevên havînê jî Evdalê me, gelek caran raserî Kevirê Bel, li kêleka Ziyareta Kêlo an jî li serê Kolikê radizê. Dema li herêmê tiştek ne li rê rûdide û dengê hawarê tê, hespê Evdal dest bi pîkol û hîre hîrê dikê. Hingî Evdalê me dizane ku ne xêr e. Êdî heger roj bê roj, şev jî be, şev şeva Evdalê Zeynêl e...

Di wê serdemê de li Mizîzexê, ji Mala Osmên, Silêmanê Izêr sermiyan e û gelek caran, bi taybetî Mihelmî, gelek êl û eşîrên cînar, êrîşan tînin ser Mizîzexê û gundên din ên Tora Hevêrka.

Dîsa rojek ji van roja ye. Hêzek mezin a Mihelmiyan tê ser du gundên kurdên Êzdî, Kevnas û Koçanê, li başûrê Mizîzexê. Mihelmî Koçaniyan xafil û bê amadekarî digirin, li terş û talanê wan dixin. Her çiqasî Koçanî li ber xwe jî didin, koma Mihelmiyan giran e. Kevnasî jî, ji ber di pêşiya wan de kemîna Mihelmiyan heye, nikarin bi hawara Koçaniyan ve bên. Mihelmî, Koçaniyan talan dikin û bi awayekî ji xwe piştrast dikevin rê û dixwazin her weha li ser rêya xwe, li talanê Dênwaniyan jî bidin.

Wê rojê li Tora Hevêrka, ecêbek kesî nedîtî rû didê. Mihelmî û Koçanî bi saetan li ber hev rûdinin, ji dengê çaplî û bernoyan, ji qîre qîr û hawara jinên Koçanî dê weledê xwe davêjê, lê Evdalê Zeynêl, gurê rojên wilo, hê jî ne xuya ye.

Êdî jinên Koçanî, ne ketine derdê qir û qiyameta ku Mihelmiyan bi serê wan de aniye. Terş û talanê li pêşiya Mihelmiyan ji zû de ji bîr kirine. Lê tirsa wan ew tirs e ku tiştek bi Evdalê Zeynêl hatibê. Yan na, ji zû ve niha serê hespê wî xuya kiribû. Ji ber, Evdal ti caran ewqas dereng ne dima, zû bi hawarê ve dihat.

Lê zêde dom nekir… 

Di demekê de ku êdî Koçanî bi awayekî hêvîşikestî, bi sed mishefan sûnd dixwin ku Evdal ne li jiyanê ye, serê hespê wî ji aliyê Barê Xwê ve xuya dikê û bi lez û bez, ber bi Koçanê ve tê. Bi yek carê re lîlelîl bi newala Koçanê dikevê. Evdal li jiyanê bû...! Ew vê carê li dengê pîkol û hîre hîra hespê xwe dereng şiyar bibû. 

Lawikê pismamê wî ku gelek caran jê re nobedarî dikir, vê carê bêyî wî çûbû mal û Evdalê me yê guhgiran, di xew de mabû. Dema Evdal şiyar dibê, dibînê ku hespê wî, ji ber dengê tivingên Mihelmî û Koçaniyan, bi pîkola xwe nîv metroyê erd kola ye.

Êdî ne xema Koçaniyan bû û şînê cihê xwe ji şahiyê re hiştibû... 

Lê ma Evdal radiwestê? Ew, bi lez û bez, hejmarek mêrxasên Kevnasî û Koçanî didê derdora xwe û di bin dengê lîlelîl û şabaşên jinên Koçanî û Kevnasî de, li herêma Çarguherka, navbera Dênwan û Koçanê, rê li Mihelmiyan digrê, 7 mêrên wan dikujê û terş û talanê Koçaniyan paşde vedigerînê. 

Piştî bi çend salan dîsa êrîşek mezin tê ser Mizîzexê û gelek ji Mizîzexiyan koç dikin.

Li gor gotinan, du birayên Evdalê Zeynêl jî di wê demê de berê xwe didin herêma Şingalê û li wir bi cih û war dibin. Beşekî din ji malbata wî, sala 1926ê, bi Haco re binxet dibin. Lê Evdalê Zeynêl, heta roja dawî ya jiyana xwe li Mizîzexê dimînê, kal dibê û malavayiyê li jiyanê dikê.

Evdal bê wêrt diçê, lê ew li pey xwe nav, deng û mêrxasiyê dihêlê!

Swêd/ 2008-05-15

I. Battê

Nivîsên din ên Ihsan Battê
Wêneyên Mizîzexê