Bahram Haco sala 1952yê li bajarê Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, di temenê biçûk de tevî malbata xwe koçî Herêma Kurdistana Iraqê dike û li wir dibe şahidê Şoreşa Kurdî ya salên 1960î. Berî ku derbasî Ewropayê bibe li Bexdayê û Silêmaniyê xwendiye û di dawiyê de li Almanyayê bi cih bûye.

Me ev hevpeyvîn bi Bahram Haco re di dawiya sala 2023yê de li studyoya wî ya li bajarê Elmanya Münsterê pêk anî. 

Bahram ji me re eşkere kir ku wênekêşî hezkirina wî ya herî mezin e. Pêşî arkeolojî xwendiye û piştre, sala 1989ê xwe daye wênesaziyê û bandoreke mayînde li cîhana hunera hemdem kiriye. Tabloyên wî bi buhayên mezin têne firotin û hîn jî gelek galeriyên hunerî li bajarên cîhanê dixemilînin.

Me dest pê kir û pirsa malbata Haco kir, ku wekî gelek malbatên din ên kurd, ji ber rewşa siyasî ya defakto, ji welatê xwe neçarî koçberiyê bûne û li seranserî cîhanê belav bûye. Malbata Haco muzîkvan, siyasetmedar û hunermend derxistine holê ku di vejandina huner û çanda kurdî ya hevdem de roleke mezin lîstine.

Bav û kalên we bi eslê xwe ji Kurdistana Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) koçî herêmên kurdî li bakurê Sûriyê kirin. Piştre li cîhanê belav bûn û beşeke mezin tevlî şoreşa Barzanî bû. Te li Bexdayê xwend û hinekan ji malbata te piştî rûxandina şoreşa kurdî di sala 1975ê de koçî Îranê kirin. Dibe ku hûn di nav Kurdên pêşî de bin ku koçî Ewropayê jî kirine. Çima malbata te hewqas cih guhertiye?

Belê. Ev jî encama neheqiyên li ser malbata me bû. Hikûmeta Be'as bi pêşniyara efserekî îstixbarata Sûriyê bi navê Mihemed Talab Hilal êrişî malbatên ku di salên 1960î de piştgirî dane şoreşa Barzanî kir. Malbata me jî di nav wan de bû. Dema şoreşê dest pê kir ez heşt salî bûm û min dît ku malbata min zêr, pere, cil û heta pêlav ji şoreşgeran re dişîne.

Malbata Haco ji Almanyaya Rojhilat alavên radyoyê kirîn û şandin çiyê û bi vî awayî yekemîn radyoya şoreşê hate ava kirin.

Tê bîra min, yekîneyeke artêşa Sûriyê diçû piştgiriya artêşa Iraqê, ku şerê pêşmerge dikir. Kamyonên tijî leşker di ber mala me ya Tirbespiyê re derbas bûn. Dest bi gefan li me kirin, û gotin ”emê Barzanîyan tasfiye bikin û vegerin we jî bikujin.” Dest danîn ser mal û milkên malbata me ji bo ku tiştekî me tune be. Piraniya malabata Haco cotkar bûn. Di malbata me de tenê çend kesên xwenda hebûn, ji wan jî yek jê Dr. Haznî Haco bû ku li Ewropayê bû. Mecîd efser bû û Osman jî, dema Fransa li Sûriyê bû, di artêşa Fransayê de leşker bû.

Lê dîsa jî hûn girêdayî welatê xwe man. Te di hevpeyvînekê de gotibû ku tu dixwaze li bajarê xwe werê veşartin.

Belê, rast e.

Lê gelo ferq heye ku mirov li welatekî xerîb an li welatê xwe were veşartin?

Ji bo min heye. Çêtir e gora min, li ser axa min be. Ez sala 2010ê vegeriyam Qamişlo û min li wir xaniyek ava kir, bi hêviya ku ez demeke dirêj bi cih bibim û li şûna Fransa, Spanya, an devereke din, ez betlaneya xwe her sal li wir derbas bikim. Lê rewş xirab bûye, êdî ne mimkûn e ku vegerim.

Mamostetî û endazyarî

Piştî meşeke pênc deqeqeyî em gihiştin studyoya Bahram Haco, ku tijî tablo, hinek qediyayî û hinek jî li ber qedandinê. Min dest bi lêkolîna portreyan kir, ku tê de fîgurên kesên tazî, wekî ku di bin azar û êşkencê de bin, bala min kişandin. Hin ji wan jî dişibin kabûsên tijî êş û xerîbî. Piştre em li orta studyoya wî li ser sofeyekî çerm rûniştin.

Tabloyên te buha têne firotin û tu di asta cîhanî de xwedî navûdengekî yî. Kesên navdar tabloyên te dikirin, lê tu dibêjî qey tu boyax nakî ku wan bifiroşî. Heger te nikarîba tabloyên xwe bifroşê, te yê dîsa jî wênesaziya xwe bidomanda?

Belê. Min karê xwe yê sereke hişt ku xwe bi wênesaziyê ve girêbidim. Ez mamosteyê dibistanê û wergêr bûm, û karê min mûçeyek minasib ji bo jiyanê dianî. Wê demê, jina min a Alman – ku min di sala 1976-an de li zanîngeha Münsterê nas kir – bi awayê ku niha jina min Fatima dike piştgirî neda min. Dîsa jî, ez bi domdarî ji bo wênekêşiyê ve girêdayî bûm.

Tu di ciwaniya xwe de hatî Elmanyayê?

Belê, sala 1974ê.

Te li Bexdayê xwend?

Belê, ez çûm Bexdayê. Di 18 saliya xwe de min li Silêmaniyê dixwend. Dema Peymana Otonomiya Iraq-Kurd a 1970yî, ku bi navê Peymana Adarê jî tê naskirin, hat îmzekirin, min li zanîngehê ji bo lîsansa xwe dixwend. Wê demê li Kurdistanê pêdiviya lezgîn bi mamosteyan hebû. Piştî lihevkirinê, mamostayên Ereb neçar man vegerin bajarên xwe. Piştî demekê li Nawperdan, Hacî Omeran û deverên din ku mamostetî dikirin, dibistan hema bêje bê mamoste man. Bavê min rewş ji pismamên xwe Perşeng, Brûsk û min re vegot û pirsî ka em dixwazin bibin mamoste. Tevî nebûna motîvasyoneke xurt, me tercîh kir ku em li Nawperdan bibin mamoste. Doktor Heznî Haco ji Almanyayê hatibû ku li Kurdistanê doktoriyê bike. Ew û doktor Mehmûd Osman tenê doktorên şoreşê bûn. Serkirdeyê şoreşê Mela Mistefa Barzanî dem bi dem dihat Newperdan û min gelek caran ew ji nîzik ve dît. 

Ez heta nîveka sala 1971ê li herêmê mam. Piştre ji bo temamkirina xwendina xwe ya endezyariyê ez çûme Bexdayê. Min sala ewil bi serkeftî derbas kir, lê notên min pir kêm bûn. Ji ber vê yekê, min biryar da ku dev ji xwendina xwe ya endezyariyê berdim. Ez di dersên wek matematîkê de qels bûm û min dixwest hunerên ciwan, şano, an muzîkê bixwînim.

"Tu êdî li Berlîna Rojava yî"

Kêmtirî salekê ez li Bexdayê mam. Di salên 1972 û 1973an de li Bexdayê di navbera PDK û hikûmeta Baasê de nişkê ve nakokî derketin û rejîmê berê xwe da me. Pismamê min Perşeng hate girtin û min xwe demekê li mala helbestvanê kurd Hejaar Mukriyanî li Bexdaya Kevin veşart. Wê demê Mohsen Dizayî bû balyozê Iraqê li Çekoslovakyayê.

Heta ku kaxez û pasaporta min amade bûn ez veşartim. Piştre ez bi balafireke biçûk, li gel bi qasî sîh rêwiyî ji Bexdayê derketim. Bi baweriya min ew dîplomatên îngilîz bûn ku dostê kurdan bûn. Balefirê li Pragê danî û dû re ber bi cihekî din ve rabû. Hevalan ji bo xwendina li Pragê kaxezên pêşniyarê pêşkêşî min kiribûn. Ez çûm cem birêz Mohsen Dizayî, balyozê Iraqê li Çekoslovakyayê, lê dewleta Iraqê panzdeh roj piştî hatina min ew bangî Bexdayê kiribû. Ez bi tenê mam, nizanim bi ku ve biçim. Xweşbextane di wan du hefteyan de min xortekî kurd ê ji Efrînê, bi navê Mihemed nas kir ku li malên xwendekaran rûdinişt û beşa pizîşkî dixwend. Wî oda xwe pêşkêşî min kir. Nêzîkî bîst rojan ez matmayî mam, nizanim çi bikim. Li welatên sosyalîst bê burs xwendin ne pêkan bû. Ji min re gotin ku divê ez rojane pênc dolaran biguherim, ku di wê demê de bi qasî panzdeh markên elmanî bû.

Hinekan şîret li min kirin ku ez di ser Almanyaya Rojhilat re biçim Almanyaya Rojava. Tenê pasaporta min hebû û vîzaya min a Îraqê têra sê meh ger li welatên sosyalîst dikir.

Min berê xwe da rêwîtiya bi trênê. Bi min re gîtarek hebû. 24ê Kanûna 1973yê ez hatim bajarekî bi navê Teplice li ser sînorê Çekiya-Elmanya. Li wir çar polîs li trênê siwar bûn, du ji wan Çek û du jî ji Elmanya Rojhilat bûn. Min dest bi lêdana gitarê kir, min digot qey her tişt baş e. Kaxezên min ji min xwestin, min pasaporta xwe ya zer û spî ku bi erebî û îngilîzî bû da wan. Ji ber ku ji van du zimanan fam nedikirin, ez ji trênê daxistim û birim qereqola polîsan û li wir ez bi şev hatim binçavkirin. Ji ber ku min li zanîngeha Silêmaniyê bi zimanê îngilîzî xwendibû, ez bi Îngilîzî baş diaxivîm. Min fam kir ku divê ew bi hevalên xwe yên li Pragê re têkilî daynin. Ji ber vê yekê min destûr da ku ez bang li hevalê xwe Mihemed bikim.

Tiştên piştî wê bi rêkûpêk çûn. Pasaporta min mohr kirin, û ez ketim Almanyaya Rojhilat, li wir ji min re gotin ” bi metroyê biçe stasyona Friedrich Strasse.” Min nizanibû ku ev rawestgeh li Berlîna Rojava ye, heya ku min ji mirovan pirsî ka meriv çawa biçe Berlîna Rojava. Wan got "Tu li Berlîna Rojava yî." Ez herî dawî hatim mala birayê xwe.

Em vegerin ser huner û tabloyên te. Hemî, yan piraniya wan wekî ”xwe-portreyan” xuya dikin. Gelo tu lehengê tabloyên xwe yî? Motivasyona vê yekê çi ye? Tu dixwazê çi peyamê bidê?

Bêyî ku ez mijarê felsefîk bikim ez ê bersiva te bidim. Rûyê ku ez herî zêde dibînim rûyê min e. Ez her roj xwe di neynikê de dibînim. Ez dikarim xwe xêz bikim da ku yên din bi hêsanî min nas bikin. Zêdetir, belaya min bi kulmê re li hev dike (dikene). Ger hûn serê xwe bi por xêz bikin, ew ê ne xweşik be.

Te di hevpeyvîneke xwe de got ku çermê tazî yê mirov têra xwe îfadekirina hunermend e û pêdiviya wî bi tu cilan nîne!

Belê. Ez di eslê xwe de li ser tabloya xwe bi kurtî bi reng dixebitim lê deverên qumaşê bê reng dihêlim. Ya ku bal kişand ser awayê xêzkirina min ev e. Dibe ku ez tenê yê ku bi vî awayî dixebite bim.

Tu di tabloyên xwe de qadeke mezin bê reng dihêlî û tu her weha cihek berbiçav dide jinan! Em vê dualîteya jin û mêr hema hema di her tabloya te de dibînin. Li gor têgihîştina min, hin tabloyên te halusînasyon û kabûsan nîşan didin. Em rûyên ku zehmetiyên jiyanê hildigirin dibînin. Di tabloyên te de jî êş heye, nepenî jî heye.

Di jiyana xwe de, ez rastî gelek pirsgirêkên civakî hatim. Min nakokiyên di navbera jin û mêran de derketine ji nêzîk ve şopandine. Ez bi xwe jî jiyaneke rehet, luks nejiyam.

Ev tişt di tabloyên min û karakterên di wan de xuya dibin. Ez xemên mirovê hemdem hildigirim û wan bi dîtbarî di tabloyên ku rûyê min nîşan didin, ku dikare mêran bi giştî û helbet, min nîşan bide, vedibêjim. Bi taybetî min xwest ez êş û azarên gelên bindest vebêjim. Mirovên ku ji bêhêvîtî, bêzarî û şikestînê dikişînin. Ev tişt ji serpêhatiya min a şexsî ne dûr in.

Ez dixwazim vegerim ser mijara qadên mezin ên vala û bê boyax di taboyên te de. Em dizanin ku hunermend bi gelemperî, bêyî ku bi rengekî rengîn li ser bixebitin xalek an xalek piçûk li ser tabloyê nahêlin. Ev mekanên bê reng di tabloyên te de ji me re çi dibêjin?

Cihên bêreng ên di tabloyên min de tenêtiya mirovan nîşan dide. Dema ku ez du kesan di tabloyekê de xêz dikim jî, valahî dora wan digire. Ew bi tenê ne. Ew biyanî ne û kes guh nade wan. Ev yek di tabloyên min de tê dûbarekirin û sembola biyanîbûna mirovan e.

Di tabloyên te de elaqeya te ya netewî ya Kurdayetî heye? Çawa?

Ew pirsek dijwar e. Ez nikarim îdia bikim ku ez rûyên kurdan xêz dikim. Dibe ku karakterên min xwedî taybetmendiyên rojhilatî bin, lê ne mecbûrî karakterên kurdî ne. Ez wisa difikirim ku nasnameya min a hunermendekî kurd û afirînerê van tabloyan ji bo min sedema serbilindiyê ye. Ez li ku bim, di hemû hevpeyivînên xwe de behsa aîdiyeta xwe dikim. Ez Kurdekî Sûriyê me û ji bo cîhanê wêneyan dikişînim.

Dema ez dibînim, ji ber ku ew bi erebî dinivîse, rexne li nivîskarê kurd ê mezin Selîm Berekat têne kirin, ez diêşim. Ez wî baş nas dikim û çend caran bi wî re rûniştime. Em ji heman nifşî ne. Ji me re bes e ku ew kurd e û çîroka me wek kurd ji kesên din re radigihîne.

Heypeyvîn: Jan Dost

* Ev hevpeyvîn beriya niha di Chronicle Kurdistan de bi zimanê ingilîzi hatiye weşandin. 
* Wergera kurdî ji ingilîzî: I.Battê
* Bahram's Studio I Instagram I Facebook

Wêneyên Mizîzexê