Çeçanê Haco: "Tevî ku amê min Çelebî nexweş bû, textoran ew bê derman, nan û av hiştin. Di navbera me de dubendî jî hebû, lê heta sed salî din jî, di nava kurên Osmên de, yekî wekî Çelebî ranabe."
Selîmê Battê: 'Gundê Mizîzexê, di sedsala 1700î de, zivinga Şivqetayên kurdên êzdî bû.
Mala Osmên ku ji Zaxuran çûn bi hawara Mîrê Mihelmiyan ve, piştî şikandina êrişa Osmaniyan, wekî nûnerên Mîrê Bohta li Mizîzexê bicih bûn.
Lêkolîner Keremê Serhedî û Seîdê Battê, bi belgeyên ji arşîva Osmaniyan hatine bidestxistin, Serhildana Elîkê Battê vedibêjin.
Di belgeyekê de ku di van rojan de derketiye holê, eşkere dibe ku her weha di sala 1949ê de, di serdema Komara Tirkiyê de jî, hejmarek ji endamên malbata Battê, ji aliyê dewletê ve sirgûnî Binxetê bûne.
Koma Hevêrkiyan (Konfederasyona Hevêrkiyan) ji hejmarek eşîrên kurd pêk tê ku li rojhilatê Qeza Mîdyadê û li rojavayê Qeza Cezîra îbn Omer (Cizîra Bohtan) dijîn. Endamên van eşîran bi giranî Sunnî ne, lê di nav wan de hin Xirîstiyanên Yaqûbî û Êzdî jî hene.


