Selîmê Battê, beriya malavayiyê li jiyanê bike, di vê hevpeyvînê de, kurtedîroka Konfederasyona Hevêrkan vedibêje:
"Sînorê Tora Hevêrka, li rojava ji Qilitê vedigerê. Li qublet, heta bi hesinê trênê, xeta navbera binxet û serxetê. Li rojhelat; digihijê Newala Hedilê, sînor li wir heta bi herêma êlên Mema, Sohra û Hevêrînê ye. Ji aliyê herêma Dekşûriya ve, Hevêrka heta bi Qamê Selhê ye û li bakur jî digihijê heta bi Ava Mezin (Dîcle), sinorê Mala Eliyê Yûnis.
Di dawiya sedsala 18ê de, li herêma Mêrdînê, yek ji hêzên sereke yên girêdayî Mîrîtiya Bohtan, konfederasyona eşîran Hevêrkan bû.
Li herêma Tora Hevêrka jî gelek eşîr û malbatên kurd ên xwedî hêza tekoşînê, tevî ku di destpêkê de bi hev re gavên girîng jî avêtine, di encama siyasetên serdestan de bi hev ketin û zerar û ziyanek mezin dane xwe û doza xwe.


