Em behsa salên dawiya 1800î û destpêka 1900î yên herêma Tora Hevêrka dikin. 

Li gundê Mizîzexê, di şevek tarî ya zivistanekê de, ji Serhanê Saroxanê mala Osmên re keçek dibe. Ew hewqas bedew e, wekî rojê, ronahiyê dide derdora xwe. Lewra, dê û bavê wê, bêyî ku dudilî bibin, gotine bila navê wê Siltan be.

Dem diçe û Siltana me, her ku mezin dibe û dikeve temenê xwe yî nûciwaniyê, bedewî û spehîtiya wê bêhtir xwe dide der. Ew gewr, boz û bejin bilind e. Li ber dilê bavê xwe Serhan gelek şêrîn e. Her ji zaroktiya xwe ve, xwe "mêranî" girêdide û di civat û civînên oda bavê xwe de, li kêleka birayên xwe, di rêza pêş de rûdine. Dema tivingê davêje mil û xwe davêje ser hespê xwe, mêrên herî neqandî yên Torê, nagihijin toza pey hespê wê jî. 


Di wêne de: Siltanê li pişt bavê xwe Serhan di nav şervanên Hevêrki de xuya dike.

Sal û dem tên û diçin, nav û dengê Siltana Serhên, bi çelengtî û bedewiya wê li hemû herêmê belav dibe. Gelek kurê bavan çavê xwe berdidin Siltanê, lê di dawiyê de, dibe nesîbê yek ji rêberên Konfederasyona Hevêrkan, axa yê eşîra Erebiya, Evdilkerîmê Eliyê Remo li gundê Çêlik. 

Jiyana nav çar dîwaran û mijûlbûna bi kar û barê malê li Çêlikê Eliyê Remo, bi Siltana Serhên ku li Mizêzexê ne wekî keçekê, lê wekî şahzadeyek û prensekî mezin bibû, gelek giran tê. Ji xwe vê zewacê zêde dom nekir. Di encama çîrokek ju hê jî di nav xelkê de tê vegotin, Siltanê û Evdilkerîm ji hev vediqetin..

Rojekê, Siltanê ji pencereya qesra xwe li derve dinere. Li binya qesrê, leşkerên Evdilkerîm li dora wî kom bûne, ew li ber kêlikê rûniştiye û bi tivingê davêjiyê. Evdilkerîm ku bi xwe nîşançiyekî baş bû, wê rojê dike û nake, li kêlikê nade. Dema Siltanê vê yekê dibîne, yekser rojên wê yên Mizêzexê tên bîra wê. Di nav van xewn û xeyalên xweş de, bêyî ku li encaman bifikire, hema dibêje xizmetkara xwe, “ka barûda tivingê bîne.” Siltana Serhên tivinga xwe tije barûd û gule dike, serê tivingê di pencerê re derdixe û bi guleya pêşîn re, kêlika li ber Evdilkerîm radike. Evdilkerîm ku bi bîhntengî û hişkîtiya xwe dihat nasîn, li ser vê yekê, hiş û aqil di serî de namîne û dibêje: Ew kî be ku avêtiye kêlika li ber min, ezê bikujim. Deng bi qesrê dikeve û dema Evdilkerîm dibihîze ku Siltanê ye ku gule berda ye, hêrsa wî mezintir dibe. 

Buyer belav dibe û her weha digihije guhê pismamê Siltanê, Elîkê Battê ku wê demê ji mala Osmên ê herî destbihêz e. Siltanê bi xwe jî bi qasidekî re ji Elîk re dişîne û dibêje, “Elîko, ma mala bavê min qeliya ne? Eger ne qeliyabûna, Evdilkerîmê Eliyê Remo nediwêra min wilo tehdîd bike?”

Elîk xwe amade dike ku bi hawara Siltanê ve biçe. Lê dema agahiyek din belav dibe û dibêjin “Evdilkerîm Siltanê kuştiye”, Elîk yekser dide rê.

Çavê Siltanê, di pencera qesrê re, li gelî, lûtke û riyên têne Çêlik e û bi hêvî di ber xwe de dibêje, “Elîkê ku ez nas dikim, teqez wê werê.”

Piştî ne bi gelekî, leşkerên wî li pey, pêşengê siwaran xuya dike...

Ji bo ku Elîk hişyar bike ku ew nehatiye kuştin û tiştek mezintir rû nede, ew ji pencereya qesrê fîşekekê diteqîne û destmala xwe dihejîne. Elîk wê demê fam dike ku pismama wî Siltanê sax e. 

Elîk dikeve gund û niqaşek hişk di navbera wî û Evdilkerîm de derbas dibe. Lê piştre, bêyî ku buyer mezin bibe, Elîk, Siltanê û leşkerên Elîk ji qesrê xwe berdidin, di nav gelî û newalan re, ber bi Mizîzexê, paytexta Hevêrka ve didin rê.

Piştî ne bi gelekî, Evdilkerîmê Eliyê Remo, ji aliyê tirkan ve tê kuştin û Siltanê diçe binxetê, gundê Tirbesipiyê, cem xwîşka xwe Peyrûza ku hevjîna Haco bû.

Paş demekê, vê carê ew bi Nayîfê Şelêl re, ku ji gundê Şebaniyê ye, dizewice, lê li hev nakin û ji kerba, terkedinya dibe. Tê gotin ku demekê li gundê Xizna, li nav mala Şêx Ehmedê Xiznewî dimîne, ji wir bi rêya hecacên Mêrdînê diçe Hicazê û heta dawiya jiyana xwe li wir dersên Quranê dide zarokan.

Bi vî awayî, sosina ku çavên xwe di hînkahiya Çiyayê Bagokê de li jiyanê vedike, di keleqija germa Erbistanê de malavahiyê li jiyanê dike. Lê hê jî li Tora Hevêrka, dema kesek dixwaze gazincan ji jinekê bike, dibêje, "mala minê, ma tu ji min re bûyî Siltana Serhên."

I.Battê ji devê Behiya Nametê Şehînê Şifqetî bihîstiye
* Agahiya di derbarê Gundê Xizna û Hicazê de: Konê Reş
* Wêne: Ji malpera Kurdish Art