Du lehengên romana nenivîsî!... 

Ji yek malbatê bûn, lê Xisro, navê aramiyê û Nurî jî, navê tevger û lêgerînên berdewamî bû.

Bi gotarekê kesayeta wan nayê vegotin. Gotina romana ne nivîsî jî, ji bo her du lehengan, di cihê xwêde ye, yan na, cihê nîqaşê ye. Lê heta ku monografiya leheng û kesayetên Kurdan neyên nivîsandin, civaka Kurd, kesayetên Kurd nayên naskirin. Bi taybetî di van rojên balkêş û sosret de, ku menendê wê li cîhanê tûne, mirov nikare bi dilxweşî li ser bûyeran raweste. Rewşeke “weytî jarê” heye!...

Min Xisro, li Binya Xetê, li gundê Kêlhesenakê û Dêrûna Qulinga nas kir. Nurî jî, min li gundê serxetê Mizizexê û li gundê binxetê Gundik nas kir.

 Jiyana malbata Osman trajîk e, her kesayetek romanek e, teatroya dersgirtinê ye. Di pirtûkên ku heta îro li ser malbata Osman hatine nivîsandin jî, mixabin tenê behsa şerê wan û êşaîran, şerê wan û dewleta Osmanî dikin. Lê jiyana Mala Osman ne tenê şer e. Wan her dem ji bo klîmatên azad û nasnameya azad têkoşîn kirine. Gelek kes, bi taybetî kesên ku li ser vê malbatê nivîsî ne, gelek tiştan jibîr dikin, yan jî nizanin; yek, di Konfederasyona Hevêrka de pêkanîna di çareseriyên pirsgirêkan de, rêbaza hiquq-şeî’ata ku ji 3 kes û 5 kesan dihate pêkanîn e. Du, di parastina tore, adet û kultura Kurdî ye; biryara derbarê zêw û şêhr’an de mînak e. Yan niznain, yan jî pêdiviya lêkolînan banînin. Pîşeyên li gundên Turabdîn-Çiyayê Hevêriya bela bûye; her çiqasî xwedî dîrokek kevin bin jî, di serdema Mala Osman de, mirovên xwedî huner, bi serbestî li nava tevahiya eşîran digeriyan û dihatin parastin. Karwanên bazirganiyê, riyên gihiştina qonaxên navendî dihatin parastin. Wek mînak; “nanê firina Serhan, di turikê kê de ban e, pasaport bû.” Ev mînak biçûk e, lê di tixubê eşîran de, nîşaneya alametan e. Di Konfederasyona Heverka de, axatî, bi dest û erêniya axayekî xwedî şecere dihate pêkanîn. Axatiya Hito, ku bi destê Çelebî hate pêkanîn mînak e…

Ya rastî, ev nivîskar eşîrtî û sîstema eşîrtiyê jî nasnakin. Tiştên dîtine û ji wan re hatine gotin, wek rastiya sîstema eşîrtiyê û konfederalî dizanin. Cûdatiya nivîsên van nivîskaran ji filmên dewşîrmeyên Tirk cûdatir nîne. Ev şaşîtî ye!... Eşîrtî yanî feodalîzm, sîstemek e, îro jî, sîstema konfederal ku bi modernîteyê werê rêxistinîkirin, sîstema herî îdeal tê dîtin.

Kurd di nivîsandina dîroka xwe de dinava zaafiyetê de ne. Gelek ji wan jî newêrin rastiyan binivîsin. Dema nivîskarek behsa bûyerekê dike, derdor dibêjin, “belge heye” û dest bi çîrokên devkî dikin. Çîrokên devkî ne dîrok in, mesele ne û dikarin di devê her mirovî de bêne guhertin. Serpêhatiya di devan de, dîroka mirî ye. Lê dema gotin hate nivîsandin, dîrok zindî dibe. Em parantêzan bigirin û behsa anatomiya dîroka zindî bikin. 

Dema Nurî Batê, di tixubê ku dijmin bi mayinan dagirtî de jiyana xwe ji dest da, min li Amedê li dibistana mamostatiyê dixwend. Di wan rojan de, mamostayê me Erdogan Toker, nivîsandina kompozisyonê danî ber me û got: “bîranineke xwe, serpêhatiyeke xwe, yan jî bûyereke ku bandor li we kiribe binivîsin.” 

Min mirina Nurî Batê kire mijara xwe û bi navê “…..Ve SONRA ÖLUM- ….U PIŞTRE MIRIN” kompozisyonek nivîsî.

Min, hingî hestên xwe nivîsîbûn, lê niha, mijara mirinê, di wateya windakirina pêşerojan û wateya paşerojeke nû de digirime dest!... Jiyaneke ku hatiya parçekirin heye. Di vê jiyana parçekirî de, ez li dîroka pêşêrojan vedigerin. Jiyana bîranînan eger bi zad be, dibe tovê şînbûna paşerojan.

Min navê Xisro, di dema daweta wî de bihîst. Dema xêlî ji Derûna Qulinga hate Kêlhesenakê, keçapa min Şerîfa ji malê derxistin, şînika tivingan dest pê kir. Ez û bavê min li wir bûn. Dengê tivingekê ji hemû tivingan cûda derdiket. Dema ew tiving di teqiya, du deng derdixistin. Bavê min pirsî, gundiyekî got, tivinga Xisro ye. Firmano yê arîkarê apê Ahmed, got, “na na, Xisro li serê girê Dêrûna Qulinga ye, ev tivinga Mahmudê Hesenka ye.” Mahmud û Sabrî birayê hevbûn, ji Mala Faro bûn, birayê jinapa min Esriya û xalê Şerîfa bûn. Hingî li Kêlhesenakê diman.

Di wê serdama ku weke bîranîn li paş maye, kurapê min Gurgîn jî di temenê min de bû. Ew temenê me jî, temenê cawîd bû, (1) ez û Gurgîn padaşan bûn (2), apê Ahmed jî, bi sertî û dijwariya li hemberî zarokan, nerd-î malî-vefd (9) bû, dîse jî nikarîbû me asteng bike. 
………..
1-Bê sînor û xurt, bakî û ebedî…
2- Heval û yaren
3- Sertbûn û hişkbûna herî dijwar û bilind.

.…….
Pîştî çend salan, bavê min ez ji bo arîkariya apê Bercesê Batê bikim, pê re şiyandim. Apê Hecî Berces, çend sewal û dewar dibirin Binya Xetê. Hingî mayîn di xetê de nebûn, di yek şevê de me avête binya Bawerdê û di kêleka diwarê li ber çemê Cerihê hatibû avakirin re, di binya aşê Hiseynê Feho re em derbasî aliyê din bûn. Apê Hecî Berces, bêhneke kûr da û stand, destê xwe bi tarîtiya spîdar û biyikên di kêleka ava Cerihê ve dirêj kir û got; Medenî, birazî, li serê van darên biyîkan, hêlînê çûkên beytîk hene, di her hêlînekê de, deh, duvazdeh çêlîk hene. Min, wê kêliyê ev agahî ne kire tiştek. Piştî çend rojan, padaşanê min Gurgîn, got em biçin çûkan bigirin. Hingî min wateya gotinên apê Berces fêhm kir. 

Wê demê, ez çûme Dêrûna Qulinga. Metika min Hecî Nicuda (hevjîna apê Usivê Haco) û metika min Letîfa (hevjîna Silêmanê Mihamedê Qehwecî) li Dêrûna Qulinga bûn. Dizanim, min bîranîna Xisro Haco hinekî fereh girt, lê naxwazim, xwendekar gotinên min ji dîroka pêşerojan qut binirxînin. Dema bîranîn bi berfirehî werin nivîsandin, wek çîrokên travel yên Aristo, dibine bingeha dîrokê.

Rojekê, li oda serê girê Dêrûna Qulinga tevgerek bêdeng çêbû. Çûn û hatin çêbû, bi taybetî navmaliyê mala apê Usiv, pirr bi heyecan bû. Mirovekî dewsa wî giran bû û dema gava xwe diavêt, rimmênî ji binê lingên wî dihat. Li ber denê avê, bi çengê min girt û got; Ti bi Tirkî dizane ne wisa, min got erê. Got, “were Xisro bangî te dike,” ez birim odê. Bedradîn, nû ji ser textê bi cibinlîk yê serê ban, daketibû jêr, çavên wî ji tava sibehî werimîbûn. Bi edayeke yarî, Xisro, keko, ti Medenî bike tercuman, wê ji zabitê Tirk bitirse, zimanê wî wê di şikefta devê wî de hişk bibe. Torî ji romiyan ditirsin û keniya. Xisro, bi beşûşiyek têr ronahî li min nerî, bi kenekî bêdeng got, na na kurxalê min ji romiyan natirse. Dema Xisro dikeniya ronahiyek cûda li rûdêna wî bela dibû. Germahiyek dida mirovên li pêşberî xwe.

Yuzbaşiyê Bawerdê, xebar şiyandibû gotibû dixwazim werim bi Usiv axa re hevdîtinekê bikim. Apê Usiv jî gotibû Xisro, wî pêşwazî bikin, guhdariya wî bikin, binêrin çi dixwaze, lê di bersivê de lezê nekin, bêjin em ê piştre bersiva we bidin. Xisro û çend kesên di temenê wî de, li jêra mizgefta gund, li ser kaniya, dinava biyîk û spîndaran de melêl melûên difuriye sifre hazir kirin. Xisro ji hevalên xwe re got; “Ev zabit ne zabitekî normal e. Zabitê ku bi tenê û bêyî ku sedemek hebe li hespê xwe suwar bibe û werê dîtina me, ji xwe qayîl e, îstîxbarat e, divê hun hay ji gotinên xwe hebin. Ji bo vê jî me ne bire mal, me li derve li ser devê kaniyê sifre hazir kir, wî jî ne got na. Dibe ku bi Kurdî zanibe. Hun bi kurdî biaxivin û bere Medenî tercume bike.

Piştî nîv saetê zabit got, ez ji bo sînor hatime û dixwazim hun rê nedin kesên qeçaxê dikin. Sînor kirine wek kolana gundekî. Xisro gotina qaçax bikar neanî û got; Kesên li sînor didin ne gundiyê me ne, kesên diçin û tên nayêne gundê me. Zabit beşîşî û got, belê gundiyên we jî qaçaxê dikin, çûkek bifire hajê wê jê heye. Xisro bi zimanekî dîplomatîk û wek bêje, insaniyeta we li dervî însaniyetê ye got; Zabît beg, we malbat parçe kirin, gundî koçber kirin, teva bê erd, bê bax û baxçe ne, eger vî karî nekin wê debara xwe bi çi bikin? Em dixwazin, heta ti li Bawerdê fermandarî, vî karê sînor wek sûc nebînê, ji xwe sûc nakin, ji neçarî û mecburiyet diçin û tên, Xizmên wan li aliyê we jî hene, li aliyê me jî hene, Binêre Medenî ji serxetê ye, kurxalê min e, biraziyê min e, niha li vir e, sibe, dusibe wê vegerê. Divê tu van mirovan fêhm bike.

Hevdîtina zabitê Tirk û Xisro biqasî sê saetan dewam kir û bi dawî bû..

Xisro Haco, wek potansiyalek bêdeng a welatparêziyê bû.

Roja din, heqê tercûmeniya min 30 lîreyên Surî dane min.